Gelek rêveber û endamên ESP’ê hatin binçavkirin 2021-09-10 10:18:51 ENQERE - Di operasyona hemwext a li dijî ESP'ê de gelek kes hatin binçavkirin.   Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hat destpêkirin de, li dijî endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), ku navenda wê Enqere ye, li Stenbol û Antalyayê operasyonek hat kirin. Di serdegirtinên malan ên hemwext de, endamê Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Fedeasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Şukran Yaren Tuncer û xebatkara Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ece Şîmşek jî di nav de, gelek kes hatin binçavkirin.   Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê daxuyand ku 23 kes hatine binçavkirin.