Bi angaşta ku 'heqaret' li Soylû kiriye Emîne Şenyaşar îfade da 2021-09-10 13:51:04 RIHA - Bi angaşta ku di axaftina xwe de "heqaret" li Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû kiriye Emîne Şenyaşar îfade da.    Lêgerîna "Edaletê" ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 186'an de berdewam dike. Malbat, di saetên serê sibehê de hat ber edliyeyê û bi dovîza ku li ser nivîsa "Em tenê edaletê dixwazin" nivîsandî dest bi nobeta xwe kir. Duh derketibû holê bi angaşta ku di roja 86'emîn a nobetê de "heqaret" li Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye li 2'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Rihayê doz li Emîne Şenyaşar hatiye vekirin. Îro jî bi angaşta ku di heman rojê de "heqaret" li Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû jî kiriye Emîne Şenyaşar îfade da. Parêzerê dosyayê Gokhan Dayik jî bi Emîne Şenyaşar çû miduriyeta polisan. Emîne Şenyaşar, di îfadeya xwe de da zanîn ku heqaret li Soylû nekiriye. Piştî îfadeyê careke din vegeriya qada nobetê.    'ARMANC TEPISANDINA MALBATÊ YE'   Parêzer Gokhan Dayik, diyar kir ku armanca doza ku li Emîne Şenyaşar hatiye vekirin û vexwendina wê ya îfadeyê tepisandina malbatê ye û wiha got: "Muwekîla min "heqaret" li Soylû nekiriye. Beriya çend rojan bi angaşta ku "heqaret" li Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz jî kiriye doz lê hatibû vekirin. Îro vexwendin îfadeyê. Muwekîla min got ku angaşt ne rast in. Binçavkirin û vekirina dozan ji bo tepisandina malbatê ye. Em ê li cem malbatê bin û doza wan bişopînin. Divê herkesê xwedî wijdan di vê pêvajoyê de malbatê tenê nehêlin. Divê bibin dengê wan. Mîna herkesê daxwaza malbatê jî edalet e."    'BI LEZA BAYÊ DOZ TÊN VEKIRIN'   Malbatê jî li ser hesabê xwe yê medya sanal bertek nîşanî doza "heqaretê" da û ev parvekirin kir: "Dema ku parlamenterê AKP'ê gilî dike bi bayê bezê doz tê vekirin. Ji bo dayika li edaletê digere 4 ceza tê xwestin. Parlamenter Yildiz û malbata xwe li ber qamerayên nexweşxaneyê 3 mirovan qetil kirine. 3 sal û 5 meh di ser re derbas bûn. Li holê doz tune ye."