Mîraçê biçûk ku bisiklêta wî dabeşî 3 parçeyan bû ‘biqisûr’ hat dîtin! 2021-09-10 14:12:33 ŞIRNEX - Di rapora têkildarî Mîraç Mîroglu yê ku maşîneya zirxî lê qelibî û hat kuştin û bisiklêta wî dabeşî 3 parçeyan bû de “biqisûr” hat dîtin.  Derbarê Mîraç Mîroglû (7) yê ku polîsê bi navê M.K. maşîneya zirxî lê qeliband û bû sedemê kuştina wî, raporek hat amadekirin. Ajansa me xwe gihand vê rapora ku ji aliyê leşkeriyê û polîsên trafîkê ve hatiye amadekirin. Di rapora Girteka Tespîta Cih û Şahidiya Bûyerê tê gotin ku bisiklêta wî bi tesîra lêdana maşîneya zirxî re bûye 3 parçe û ferek şimikek wî li erdê maye û ferek şimika wî jî firiyaye ser banê axûrek li benda rê.    Li gorî agahiyên ku ketine girteka lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Hezexê ve tê birêvebirin, S.Ş. şahidiya bûyerê dike. Di raporê de tê gotin roja bûyerê li otêla bi navê Mîroglu şer derketiye û li ser gilîkirinê polîsên bi navê M.K. û amirê wî M.G. ên li Amirtiya Buroya Lêpirsîna Pêşîlgirtina Sûc bi maşîneya zirxî ya plakaya wê “73 A 0107” çûne cihê bûyerê. Piştî ku tiştek neyînî nehatiye dîtin, di vegerê de maşîne li sikaka jimara wê 533 li Mîraç Mîroglu qelibiye û bûye sedemê kuıştina wî.    QEYDÊN BÊTÊLAN KETINE DOSYEYÊ    Di qeydên bêtêlên polîsan de anonsek wiha hatiye kirin: “Li gorî beyanên welatiyan wesayîta me li zarok qelibiye, lê tîma me ferq nekiriye.”    Li gorî agahiyên di girtek ango rapora cihê bûyerê de hene, hatiye tespîkirin ku bisiklêta Mîraçê biçûk hûr bûye û bûye 3 parçe.    MÎRAÇÊ BIÇÛK ‘BI QISÛR’ HAT DÎTIN    Rapora lêpirsînê ya ji aliyê polîsên trafîkê ve hatiye amadekirin jî di dosyeya lêpirsînê de hatiye bicihkirin. Di vê raporê de hatiye diyarkirin ku Mîraç Mîroglu yê li ser bisiklêtê baldar nebûye û tevdîr negirtiye û tevî lewha trafîkê ya “RAWEST E (DUR)” hebûye jî nesekiniye û li wesayîta bi plakaya 73 A 0107 qelibiye û her du alî jî birîndar bûne û qezayek trafîkê bi xesar çêbûye. Di raporê de hat gotin ku Mîraç Mîroglu yê li ser bisiklêtê bûye bi qisûr bûye û ewil dor nedaye wesayîtê û li gorî şertên xaçerêyan tevnegeriya ye.    ŞAHID RAPORÊ DIDEREWÎNE    Rapora polîsan her çiqas Mîraçê biçûk bi qisûr kiribe jî lê şahidê bûyerê ku ew bi tenê ye Ş.Ş. dibêje ku xiza wesayîta zirxî zêde bûye. Şahidê bûyerê destnîşan dike ku dengek bilind ji firênkirina wesayîtê û lê qelibandinê hatiye.