Kesê ji doza malbata Dîrîl girtibû hat berdan 2021-09-10 16:57:10   ŞIRNEX - Apro Dîrîl ê ji doza hevjînên hev Hurmuz û Şîmon Dîrîl ku ew bi tenê girtî ye hat berdan.    Hevjînên hev Hurmûz Dîrîl û Şîmon Dîrîl ku li gundê Mehrî yê navçeya Elkê ya Şirnexê dijiyan, di 8'ê çileya 2020'an de ji aliye kes an jî kesên nasnameya wan nediyar ve hatin revandin. Cenazeyê Şîmon Dîrîl piştî 70 rojan li kêleka Çemê Hezilê hatibû dîtin lê 600 rojan zêdetir e ji Hurmuz Dîrîl agahî nayê girtin. Di çarçoveya lêpirsîna derbarê her duyan de di 23'ê hezîranê de Apro Dîrîl ê li gundê Mehrî dijî jî di nav de 3 kes hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeyên wan ên li qereqola polisan her sê kes sewqî edliyeyê hatibûn kirin. Her du kesên bi Apro Dîrîl re bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan û Apro Dîrîl jî hatibû girtin.    Apro Dîrîl ê hatibû girtin, îro piştî nirxandina dosyayê hat berdan. Biryara “nepen” a ser dosyayê jî didome. Apro Dîrîl ê tenê li gund dijî, beriya niha jî di çarçoveya lêpirsînê de hatibû binçavkirin û piştî wergirtina îfadeyê hatibû berdan.