ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2021'AN 2021-09-11 09:00:07   * Pêkanînên bêhiqûqî yên yekemîn car li Girtîgeha Îmraliyê hatin dîtin, îro belavî girtîgehên din û welat bûye. Ji parêzerên OHD’ê Nagehan Avçîl, diyar kir ku pergala înfazê ya li Tirkiyeyê weke “pergala înfazê ya Îmraliyê” û “pergala înfazê yên din”dibe du beş û got: “Astengiya herî mezin a li pêş aştiyê ev her du beşin.”   *  Piştî endamên OSO vê carê jî penaberên ji Efxanistanê hatine, tê xwestin ku li gundên bi ser Herêma Kurdistana Federe ve ku ji aliyên Tirkiyê ve hatine valakirin, bên bicihkirin.    * Amediyan, destnîşan kir ku ji ber kêmbûna dengê Tifaqa Cûmhûrê benda hilbijartinê daxistine ji sedî 7'an û ev tişt gotin: "Hewldana xelaskirina MHP'ê ye lê wê dîsa jî xelas neke. Wê Tifaqa Cûmhûr têk biçe û di hilbijartinê de bi ser nekevin."    * Esnafên ku ji ber qeyrana aborî û pandemiyê zirar kirin neçar man ku yek bi yek deriyên kargehên xwe bigirin. Serokê SMMMO yê Wanê Îbrahîm Şahîn, diyar kir ku qezenca esnafan ji sedî 20’an daket ji sedî 2’yan.   * Yek ji girtiyên di dema darbeya 12’ê Îlonê de, li Girtîgeha Hejmara 5'an a Amedê girtîbû Îsa Kizil, rojên xwe yên di bin îşkenceyê de derbas bûn weke “mirin li kêleka me rûniştîbû” nirxand û wiha got: “Keyfxweşiya têkoşînê hişt ku ez li ser piyan bimînim.”    * Hevşaredara Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn a qeyûm danîn şûna wê diyar kir ku qeyûm parçeyekê “Plana Hilweşandinê” ye û got: “Qeyûm pergalek tekparêz e û jinan, çand û ziman xistiye hedefa xwe.”    * Birayê Servet Tûrgût ê ji helîkopterê hat avêtin û piştî 21 rojan jiyana xwe ji dest da Naîf Tûrgût, bertek nîşanî bêhiqûqiya di lêpirsînê de dewam dike da û got: “Ev zilm û neheqî ji ber ku em Kurd in li me tê kirin.”   * Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 187'emîn de berdewam bike.    * Endamên Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wê bi serokatiya Hevserokên Giştî Pervîn Bûldan û Mîthat Sîncar bicivin. (10.00)    * Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û faîl werin cezakirin wê di hefteya 859'emîn de çalakiya xwe online li dar bixe. (12.00)   * Xizmên Windayan û şaxên ÎHD'ê yên Amedê û Êlihê wê bi dirûşma "Bila winda werin dîtin û kujer werin darizandin" li aqûbeta windayan bipirsin. (12.00)   * Parêzvanên mafê mirovan wê li Stenbolê û Enqereyê wek her hefteyê balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş. (13:30)   * ESP ji bo binçavkirin endam û rêveberên xwe protesto bike wê li ber Operasya Sureyya ya Kadikoya Stenbolê daxuyanî bide çapemeniyê. (16:00)