Tirkiye dixwaze penaberên Efxan li gundên vala kirine bicih bike! 2021-09-11 09:02:23   HEWLÊR -  Piştî endamên OSO vê carê jî penaberên ji Efxanistanê hatine, tê xwestin ku li gundên bi ser Herêma Kurdistana Federe ve ku ji aliyên Tirkiyê ve hatine valakirin, bên bicihkirin.    Operasyonên ku Tirkiyeyê di 23yê Nîsanê de li herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê yên Herêma Kurdistana Federe dabû destpêkirin dewam dikin. Êrişên ku bi daxistina leşkeran û bomberdûmana giran dest pê kirin, bi operasyonên noqteyî dewam dikin. Xelkê herêmê diyar kirin ku Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) bi îstîxbarata ku girtine qadên jiyanê yên wan bombe dikin û li dijî endamên PKK'ê gazên jehrî bi kar tînin. Tevî hemû hewldanan jî Tirkiye heta niha nikaribûye encamê bigire, hêzên Zerewan û Gulan ên malbata Barzanî bikar tîne. Tirkiye di heman demê de di arîfeya hilbijartina Iraqê de hevsengiyên hêzê jî bikar tîne.    Tirkiye di ser 42 mîlyar dolarî de yên li bankeyên malbata Barzanî kontrola siyasî û leşkerî kiriye destê xwe. Tê diyarkirin ku hêzên taybet ên girêdayî Barzaniyan li herêma Xelîfan 7 endamên HPG’ê kuştine. Hat zanîn ku bomberdûmanên li dijî Girê Spî, Tabûra Ereban û Girê Sor ên li herêma Avaşînê bi balafirên şer û helîkopteran dewam dikin, heta herêma Bradost, bi taybetî li Metîna, ji aliyê hêzên taybet ên Zerewan û Gulan ên malbata Barzanî ve baregehên nû hatin avakirin.    ÇIMA ŞER TÊ DIRÊJKIRIN?   Windahiyên zêde yên artêşa Tirkiyê ji aliyê çavkaniyên herêmî ve tê piştrast kirin û tê diyarkirin ku di êrişên 142 rojan de 650-700 leşker hatİne kuştin. TSK dixwaze bi alîkariya PDK’ê herêmê vala bike û bêînsan bihêle. PDK li ser navê Tirkiyê gel qanih dike û heta niha jî nikaribûye tu encamê bigire. Tirkiye dixwaze ji Efrînê heta Xakurkê 40 kîlometre di hundirê van sînoran de serdest bibe û xwe bigihîne dewlemendiyên Mûsil û Kerkûkê.   HOLGÎNGÊN BI NAVÊ CENGIZ Û YUKSEL LI SER KAR IN    Li devera Avaşînê bênavber bomberdûman didome û ji Zaxo heta herêma Bradostê nêzî 70 gund hatine valakirin. Hat gotin ku Yuksel Holding, ku ji 1992’an vir ve bi malbata Barzanî-PDK’ê re li herêmê hevkariyê dike, li van gundên hatine valakirin de noqteyên leşkerî û "rêyên ewlehiyê" çêdike. Hat îdiakirin ku Cengîz Holdîngê jî birîna daran, firotina wan û çêkirina xaniyên TOKÎ ku wê pişt re bên çêkirin girtiye ser xwe. Hat hînbûn ku parastina van şîrketên li herêmê bi 10-15 yekîneyên ku ji hêzên Zerewan û Gulan ên girêdanî malbata Barzanî ve pêk tên.    ENDAMÊN OSO’YÊ Û PENABERÊN EFXAN TÊN BICIHKIRIN    Gundiyan destnîşan kirin ku endamên OSO’yê û malbatên wan ên ji Sûriyê anîne li gundên bi ser Zaxo, Amediyê û Duhokê ve hatine bicihkirin. Îdiayek din jî ev e ku penaberên ji Evxanistanê hatine jî li vê herêmê bên bicihkirin. Hat diyarkirin ku nêzî 350 penaberên temenê wan di navbera 16 û 40 salî de ku koçî Wanê kirine xwestine koçî herêma navborî bên kirin. Tê gotin ku ew ê di serî de li wargehên Zaxo, Amadiyê û Duhokê werin bicîhkirin û ger ev plan serketî be, dibe ku ew bigihîje herêmên Silêmanî û Helepçeyê ku YNK lê serdest e.    DI NAVA PDK’Ê DE NEREHETÎ HEYE    Gelek beşên di nava PDK’ê ku desteka bêsînor dide Tirkiyeyê, ji geşedanên li herêmê pêk tên nerehet in. Lêkolînerên siyasî yên li herêmê diyar dikin ku Tirkiye vê nakokiya navxweyî jî bikar tîne, nakokiyên di nava PDK’ê jî her tim zindî dihêle.    MA / Erdogan Altan