‘Qeyûm parçeyek Plana Hilweşandinê ye’ 2021-09-11 09:09:58 AMED - Hevşaredara Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn a qeyûm danîn şûna wê diyar kir ku qeyûm parçeyekê “Plana Hilweşandinê” ye û got: “Qeyûm pergalek tekparêz e û jinan, çand û ziman xistiye hedefa xwe.”  Qeyûmên ji 11’ê Îlona 2016’an ve tayînî şaredariyê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tên kirin, weke darbeya li dijî tecrube û qezencên rêveberaya herêmî ya Kurdan derbasî dîrokê bû.    Di pêvajoya de, ji bo 96 şaredariyên di bin rêveberiya DBP'ê de qeyûm hatin tayînkirin. Lê gelê Kurd bi dengekê bilind qîr kir ku ew qeyûman naxwazin û di hilbijartina 31’ê Adara 2019’an de dengê xwe carek din da Partiya Demokratîk a Gelan (HDP). HDP’ê di vê hilbijartinê de, 3 şaredarên bajarên mezin, 5 şaredrên bajaran, 45 şaredarên navçeyan û 12 jê yên bajarokan, bi giştî 65 şarederî qezenc kir. 4 meh piştî hilbijartinê, di 19’ê Tebaxa 2019’an de, cara duyemîn polîtîkayên qeyûm xistin dewrê. Pêl bi pêl tayînkirina qeyûman dewam kir. Niha tenê 6 şaredarî dibin rêveberiya HDP’ê de mane.     HIŞMENDIYA TEKPARÊZ   Fîzîz Bûlûttekîn a ku di hilbijartina 31’ê Adarê de, ji bo Hevşaredara Navçeya Sûrê ya Amedê hat hilbijartin û dûre qeyûm tayînî cihê wê hat kirin, polîtîk û pratîkên qeyûm nirxandin.   Bûlûttekîn, tayînkirina qeyûman weke parçeyeke “plana hilweşandinê” nirxand û wiha axivî: “Di hedefa qeyûman de, ne tenê hevşaredar ji peywirê girtin bû. Armanca qeyûman guhertina demografiya cîhekê û xirabkirina wê ye. Dema ku em li Sûrê mêze dikin, qeyûmên hatin tayînkirin, di rastiyê de, li dijî dîrok, ziman û çanda wê hatine tayînkirin. Ev qeyûm xwedî hişmendiyek tekparêz û navendparêzin.”   MIROVAHÎ HILWEŞANDIN   Bûlûttekîn, anî ziman ku avahiyên di nava Sûrê de hilweşanind û wiha got: “Gelê wê derê hemû koçber kirin. Mirov ji navçeyê koçber kirin û avahiyên mîna girtîgehan li wê derê ava kirin. Di vî warî de, nerazîbûna gel pir mezine. Qeyûm pergaleke ku vîna gel xesp dikeye. Di nava şaredariyê de, nelirêtî û bertil mezin tên kirin. Qeyûm li hemberî jiyana nû astengiya herî mezine. Bi qeyûman re, pergala hevserokatiyê jî xistin hedefa xwe. Pergala hevserokatiyê, li dijî hişmendiya serdest a zilam û tekparêz, pergalek alternatife. Modela li dijî hişmendiya serdest a guhertina awayê rol û jiyana jinan e. Dixwazin pergala hevserokatiyê weke sûc nîşan bidin. Lê hevserokatî bi tu awayî ne sûce.”    ZEXT LI VÎNA JINÊ KIRIN E    Bûlûttekîn, dest nîşan kir ku qeyûm têkoşîna 40 salan a jinan tune dihesibîne û wiha pê de çû: “Qeyûma ji bo navendên jinan midurên zilam tayîn kirin û jin ji xebate dûr xistin. Jin ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe tu mûxatabekê nabînin. Di vê pêvajoyê de tundiya li dijî jinan pir zêde bû. Qeyûman naveroka hemû meqamên aydê şaredariyan vale kirine. Di serdema me de, jin bi awayekê pir rehet dihatin şaredariyê û daxwazên xwe pêşkêş dikirin. Xwe bi zimanê xwe, îfade dikirin. Lê niha ev rewş bi tevahî hatiye guhertin. Qeyûm dixwazin jinên kole û xizmetkar ava bikin.”    LI CEM GEL TU GIRÎNGIYA QEYÛM NÎNE   Fîlîz Bûlûttekîn, da zanîn ku li cem gel tu girîngiya qeyûman tuneye û wiha bi dawî kir: “Gel rastiyê baş dizane. Gel di demên serdanên esnafan de û di hevdîtinên gel de vê yekê rave dikin. Gel bixwe di vî warî de hêz û agahiyan dide me. Em tu carî bi gelê xwe re ji hev dûr neketin û her daîm dilê me bi hev re lê dide. Emê lidijî van hemû bêhiqûqiyan têkoşîna xwe dewam bikin. Her çiqasê em ji kar hatibin dûr xistin jî, wê tu hêz nekare ku me ji gelê me dûr bike.”