Parêzerê doza helîkopterê: Dixwazin bi dirêjkirina demê delîlan reş bikin 2021-09-11 09:52:56   WAN - Parêzer Baran Bîlîcî diyar kir ku di doza avêtina welatiyan a ji helîkopterê de tu pêşketin çênebûye û got: “Her ku pêvajoyê dirêj dikin, dibe ku delîl werin reşkirin.”    Di ser bûyera avêtina Servet Turgut û Osman Şiban a ji helîkopterê ya li navçeya Şaxê ya Wanê de salek deras bû. Servet Turgut jiyana xwe ji dest dabû û Osman Şiban jî bi giranî birîndar bûbû. Cara ewil belgeyê avêtina welatiyan a ji helîkoptêrê ajansa me ji raya giştî re servîs kiribû. Ji parêzerên dozê Baran Bîlîcî bi bîr xist ku biryara “veşarî” ya li ser lêpirsîna hatiye destpêkirin hêj didome û got: “Em dixwazin lêpirsîn veguhere dozê. Lê tişta ku bala me dikişîne û xeter ev e, her ku pêvajoya lêpirsînê dirêj bikin, dibe ku delîlan reş bikin. Yanî ser delîlan bigirin. Çimkî personelên di bûyerê de wezîfedar bûne tayînên wan derdikevin. Em her tim serî lê didin û gilî dikin ku doz vebe. Lê em nizanin ku di naveroka dosyeyê de çi heye. Em dixwazin ku dozger pêvajoyê leztir bike. Çimkî mafên welatiyan hatiye binpêkirin.”    MA / Cemîl Ûgûr