Ava bendavê kêm bû û hestî derketin 2021-09-11 11:56:34   ERZIROM - Di Bendava Palandokenê ku ava wê kêm bûye de bi dehan gor û hestî derketin holê.    Piştî ku ava Bendava Palandoken a li ser rêya Erzirom-Çewlikê cih digire kêm bû, bi dehan gor û hestiyên di bin avê de mabûn derketin holê. Bendava ku di sala 1994’an de dest bi avakirina wê kirin û di sala 2001’an de bi dawî bû, gundên Aşagi Çat, Yûkari Çat, Taşagil û Tuysuz ên bi ser navçeya Çatê ya Erziromê ve di bin avê de mabûn. Ji ber hişkesaliya îsal rêjeya tejîbûnê ya bendavê bû ji sedî 61,98. Bi kêmbûna avê re bi dehan gor û hestî derketin holê.