Li 9 gundên qedexe lê hat ragihandin şewat derket 2021-09-11 14:06:55 BEDLÎS - Li 9 gundên bi ser Bedlîsê ve bi hêceta qedexeya derketina derve hat ragihandin  û hat zanîn ku li vê herêmê şewata daristanê derketiye.  Li 9 gundên herêma Qesrikê ya bi ser Bedlîsê ve ji ber operasyona leşkerî qedexeya derketina derve hat ragihandin. Hat zanîn ku piştî qedexeyê li devera operasyonê li hin cihan şer derketiye. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin bidestxistin; di kêliya ku qedexeya derketina derve hatiye ragihandin de li herêmê agir bi daristanê hatiye xistin.    Navê gundên qedexe lê hatine ragihandin wiha ne: Agaçpinar, Ayrancilar, Kaşikli, Kayalibag, Karaca, Konalga, Yeşîlsirt, Narlidere, Tanriyar.