Wê li Sêrtê şahiya ‘Dema Azadiyê’ were lidarxistin 2021-09-11 14:52:14   SÊRT - Rêxistina HDP’ê ya Sêrtê wê di çarçoveya kampanyaya “Dema Azadiyê” de, di 13’ê Îlonê de, li bajêr şahiya gel li dar bixe.    Cihê şahiya gel a ku li Sêrtê di çarçoveya kampanyaya “Dema Azadiyê” de, di pêşengtiya MEBYA-DER û MED TUHAD-FED’ê de were lidarxistin hat guhertin. Komîteya Amedekar aşkera kir ku şahiya gel a dihat plankirin di 13’ê Îlonê de li Qada Newrozê ya li Taxa Bariş were lidarxistin wê li pêş Rêxistina HDP’ê ya Bajêr were lidarxistin.   Parlementerên HDP’ê Habîp Eksîk û Siddik Taş, Hevseroka HDP’ê ya Sêrtê Belkiza Beştaş Epozdemîr, endam û rêveberên MED TUHAD-FED’ê beşdarî daxuyaniya li avahiya HDP’ê hat lidarxistin bûn. Parlementer Taş di daxuyaniyê de diyar kir ku ji ber biryara qedexeyê ya walitiyê cih guhertin û wiha got: “Serledana me ya ku du caran kir bi awayekî kêfî hat redkirin. Partiyeke siyasî xebatên partiyeke din a siyasî asteng dike. Ne rewşeke exlakî û hiqûqî ye. Em şahiya xwe li pêş avahiya partiya xwe bikin.”   Wê Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, parlementerên HDP’ê Feleknas Ûca, Habîp Eksîk û Huseyîn Kaçmaz beşdarî şahiyê bibin.