Ji bo girtiyên nexweşên giran Kiliç û Bîlîcî banga berdanê hat kirin 2021-09-11 15:33:27   ENQERE - Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ji bo girtiyên nexweşên giran Mendûh Kiliç û Şevket Bîlîcî banga berdana lezgîn kir.    Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, çalakiya xwe ya hefteya 366’emîn ku balê dikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê bi civîna çapemeniyê lidarxist. Endamê Komîsyona Girtîgehan ê Şaxa ÎHD’ê yê Enqereyê Parêzer Omer Farûk Yazmaci yê vê hefteyê axivî rewşa tenduristiya girtiyên nexweşên giran Menduh Kiliç û Şevket Bîlîcî ragihand.    JI GEWRIYA WÎ XWÎN TÊ    Yazmaci, diyar kir ku Kiliç 30 sal in di girtîgehê de ye, nexweşê kronîk ê cergî ye û wiha got: “Ji ber vê nexweşiyê ji bi emeliyatê ji 3’yan du perçeyên cergê wî yê çepê girtin. Dîsa di heman cergî de leke hatiye tespîtkirin. Di heman demê de nexweşê astim û KOAH’ê ye ji ber vê yekê mecbûre bi cihazî jiyana xwe bidomîne. Dema dikuxe xwîn ji gewriya wî tê û zehmetiya bêhnê û girtinê dikişine. Wekî din nexweşiyên wî yên werimandina laş, şewitandina gewriyê û zivirîna ser hene.”   ÎNFAZA WÎ HAT ŞEWITANDIN   Yazmaci, bi lêv kir ku ligel di raporên tenduristiyê yên Kiliç de “Tedawiya nexweş tenê li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê dikare were kirin” hatiye gotin jî di 9’ê Adara 2020’an de ji Girtîgeha Maltepe ya Stenbolê sirgunî Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Afyonkarahîsarê bû. Yazmaci, da zanîn ku diviya Kiliç bi şertê kontrola edlî hatibûya berdan lê ji ber cezayên wî yên dîsîplînê yên berê înfaza wî hat şewitandin û ligel dîsa serlêdan kir jî daxwaza wî hat redkirin.    REWŞA WÎ YA TENDURISTIYÊ BER BI NEBAŞIYÊ VE DIÇE   Yazmaci, anî ziman ku Bîlîciyê di heman girtîgehê de di sala 2018’an de du caran qeyrana dil derbas kir, du caran anjiyo bû û derbarê rewşa Bilicî de ev tişt gotin: “Di damarên dilê wî de ji sedî 45 tengbûn heye. Di aliyê çepê de janê dikişine. Nexweşiya wî ya bêxwînî heye. Wekî din nexweşiyên wî yên mîde, rûvî, hemoroîd, sinuzît, tansiyonê hene.”   Yazmaci, anî ziman ku Kiliç bi piştevaniya hevalê xwe dikare jiyana xwe bidomîne û wiha berdewam kir: “Ji ber nexweşiyên xwe nikare di girtîgehê de bimîne. Hewcehî bi piştevaniya hevalên xwe heye.”    BANGA BERDANÊ YA LEZGÎN   Yazmaci, destnîşan kir ku ligel Kiliç û Bînîcî nikarin di girtîgehê de bimînin jî hêj di wir de tên girtin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Rewşa wan giran dibe. Em dixwazin ku berî ku girtiyên nexweşên giran bên ber mirinê mafê wan ê jînê were parastin û bên tedawîkirin. Di vê çarçoveyê de ji bo tedawiya wan li derve li cem malbatên wan were kirin divê Kiliç û Bîlîcî bi lezgînî werin berdan.”