Li ser deriyê malbatek Kurd nivîsa nijadperest 2021-09-11 19:12:36 MÊRDÎN - Li Mêrsînê, li ser deriyê malbatek Elewî ya Kurd, nivîsa nijadperest a “Bicihime Elewiyên Kurd” hat nivîsandin. Li Taxa Menteşe ya navçeya Yenîşehîr a navenda Mêrsînê li ser deriyê mala malbatek Elewî ya Kurd, ji aliyê kes an jî kesên nasnameyên wan nediyar ve nivîsa nijadperest a “Bicihime Elewiyên Kurd” hat nivîdandin. Engîn Arîcî yê xwediyê malê û peywirdarê apartmanê, li polîsan geriya û rewş ragihand.      Piştî Arîcî li polîsan geriya û rewş ragihand, ji Buroya Lêkolînê ya Cihê Bûyerê Miduriyeta Polîsan a Mêrsîn ekîb ji bo cihê bûyerê hat şandn. Polîsên hatin cihê bûyer, dest bi xebata lêgerînê kr. Polîsan hemû dîmenên kamerayên derdora mala Arîcî ji bo lêkolînê deste ser kirin.   Hat diyarkirin ku lêkolîna derbarê bûyerê de dewam dike.