ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2021'AN 2021-09-12 09:00:13 * Siyasetmedarê Kurd Demîr Çelîk, hêzên herêmî û kûrewî, paradîkmaya “Konfederalîzma Demokratîk” a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan weke gef dibînin û ji bo çareseriyê divê tecrîd bê rakirin û pêşiya Ocalan bê vekirin. * Mazlûm Kaya yê li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê dimîne, diyar kir ku rêveberiya girtîgehê, wan bi “qawîşên edlî” tehdît dike û ji wan re dibe ku dê wan bijînin odeyên girtiyên edlî.    * Keça girtiyê nexweş Abdulhalîm Kirtay ê di hevdîtina telefonê de gotibû, “dibe ku hûn agahiya mirina min bigirin” Herdem Kirtay, diyar kir ku li mala wan hewayek şînê heye û xwest derbarê rewşa tenduristiya bavê wê de agahiyek ji bo wan bê dayîn.   * Ekolojîst Yakûp Taniş, diyar kir ku qirkirina ekolojîk a li Şirnex û navçeyên wê tê kirin, ji polîtîkayên şerê taybet ên li herêmê tên meşandin ne serbixwe ye û got: "Bi zanebûn xwezaya herêmê di şewitînin û talan dikin. Ji bo ku li herêmê jiyan nebîne.   * Aktîvîsta TJA’yê Guldem Dogan, ji bo hevdîtina “Em li dijî qirkirina jinê, nijadperestiyê, şer û tecrîdê ber bi azadiyê ve dimeşîn” bang li jinan kir û got: “Em ê li dijî modernîteya zilamê kapitalîst, modernîteya demokratîk ava bikin.”    * Li Sûka Kemeraltî ya Dîrokî ya herî qerebalix de, ji ber qeyrana aboriyê, di nava salekê de nêzî 250 dikandaran îflas kirin.   * Çalakiya legerîna "Edaletê" ya Malbata Şenyaşar, wê di roja 188'an de bidome.    * Li Stenbol û Mersînê, ji ber salvegera Darbeya Leşkerî ya 12'ê Îlonê daxuyanî bên dayîn. (11.00-14.00)    * Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmarayê (MATUHAY-DER) û Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên ku Xizmên xwe Winda Kirine ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER), ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pêkanînên li dijî girtiyan, wê li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê daxuyanî bidin çapameniyê. (15.00)