Tûrnûvaya Ozan Yildiz bi dawî bû 2021-09-12 10:14:40 ŞIRNEX - Tûrnûvaya fûtbolê ya ji aliyê Meclisa Ciwanan a HDP'ê ve ku bi şîara "Torên mibtelayê bidirîne" li Şirnexê hatibû destpêkirin, bi pêşbaziyên fînalê bi dawî bû. Di pêşbaziyên ku ji aliyê hezaran kesî ve hatin temaşekirin de hem li nav qadê hem jî li derveyî qadê peyamên têkildarî şerê taybet ê li dijî ciwanan hatin dayîn.    Tûrnûvaya fûtbolê ya ji bo bîranîna Endamê Lijneya Birêvebirina Meclisa Ciwanan a HDP'ê Ozan Yildiz ku jiyana xwe dest dabû bi şîara "Torên mibtelayê bidirîne" li Şirnexê hatibû destpêkirin, bi pêşbaziyên fînalê bi dawî bû. Eleqeyeke zêde ji bo pêşbaziyên ku li Tesîsên Şaredariya Silopyayê hatin leyîstin hebû. Parlamenterên HDP'ê Dersim Dag, Hasan Ozguneş, Huseyîn Kaçmaz û Nûran Îmîr jî di nav de bi hezaran kesî pêşbaziyan temaşe kirin. Hin kes jî li şaneşînên malên xwe pêşbaziyan temaşe kir.    TÎMÊN JINAN HEVBER MAN   Li qada ku 74 tîm li dijî hev têkoşiyan pankartên "Me bi ciwanî dest pê kir em ê bi ciwanî bi serkevin" , "Ciwan civak e, hêviya civakê neşikîne" , "Li dijî talankirina xwezaya Cûdî bêdeng nebe" hatin vekirin. Pêşbaziya fînalê destpêkê di navbera tîmên jinan ên bi navê Gulistan Dokû û Denîz Poyraz de hat leyîstin. Her dû tîmên bi pankartên “Dem Dema Azadiyê ye. Bi rihe Ekîn û Denîzan em ê tecrîdê bişikînin” û bi dûrişmeya “Jin, Jiyan, Azadî” qetên qadê. Di pêşbaziyê de her tîman 3 golan avêtin qelayên hev û hevberman.    DAG: EM Ê POLÎTÎKAYÊN QÊRIJ VALA DERBIXIN   Piştî peşbaziyê li qadê şahiyek hat lidarxistin. Di şahiyê de Dayika Aştiyê Asiye Tay axivî ûbang li dayikan kir ku zarokên xwe ji hişbirê dûr bigirin û li wan xwedî derkevin. Hevşaredarê Silopyayê Suleyman Şavlûk jî di axaftina xwe de bal kişand ser gefên ku tayînkirina qeyûm li wan tên xwarin û got ku wê gef wan ji xizmete nekin û ji bo tûrnûvayê spasiya gelê Silopya û tîman kir. Di şahiyê de herî dawî Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag axivî. Dag, diyar kir ku ew dizanin ciwanên kurd bi êrişên bi çî rengî re rû bi rû ne û got ku wê polîtîkayên qêriş ên li dijî ciwanan vala derbixin.   Piştî axaftinan Koma Awazên Botanê stran gotin û ciwanan li ber stranên wan govend gerandin.   QÛPA Û MADALYA DAN TÎMAN   Herî dawî pêşbaziya fînale ya di navbera tîmên zilaman ên bi navê Başak Spor û VT Yapi Muhendîslîkê de hat leyîstin. Di pêşbaziyê de VT Yapi Muhendîslîkê 4 gol avêtin qelaya Başak Sporê û Başak Sporê jî li dijî vê tenê karibû 2 golan bavêje qeleya VT Yapi Muhendîslîkê. Bi vê encamê VT Yapi Muhendîslîkê hevrika xwe Başak Sporê têk bir.    Herî dawî Hevşaredarên Silopyayê û dayikan, qûpa û madalya dan tîmên bûn yekemîn, duyemîn û sêyemîn û tûrnûva bi dawî bû.