Derbarê avêtina penaberan a Merîçê de lêpirsîn hat destpêkirin 2021-09-12 11:14:01 STENBOL - Serdozgeriya Komarê ya Edîrneyê, derbarê angaşta avêtina 45 penaberan a Çemê Merîçê de lêpirsîn da destpêkirin.  Di 24'ê tebaxê de 54 penaber ji aliyê Yenanistanê ve radestî Tirkiyeyê hatibûn kirin. Hatibû angaştkirin ku piştî radestkirina wan leşkerên tirk van penaberan avêtibûn Çemê Merîçê. Serdozgeriya Komarê ya Edîrneyê, derbarê vê angaştê de lêpirsîn da destpêkirin. Li ser daxwaza hevdîtinê ya Walîtiya Edîrneyê ya bi penaberan re di 10'ê îlonê de ji Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê du parêzer û ji Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) parêzerek, bi du penaber û bavê penaberekî ku kurê wî winda ye re çûbûn Edîrneyê.    WÊ TESPÎTA CIH BÊ KIRIN   Parêzerê OHD'ê Vedat Çagirtekîn, têkildarî mijarê got ku dema çûne Edîrneyê bi hinceta lepirsîna ku hatiye vekirin Walîtiya Edîrneyê hevdîtina xwe ya bi wan re taloq kiriye û di çarçoveya lêpirsînê de îfadeyê 2 penaberan hatiye girtin. Parêzer Çagirtekîn, da zanîn ku piştî îfadegirtina penaberan ji bo tespîta cih çûne sînorê li Merîçê û lê ji ber ku dereng mane tarî ketiye erdê tespîta cih nekirine û ji bo tespîtê wê di 13'ê îlonê de careke din biçin Edîrneyê. Çagirtekîn, bi lêv kir ku di çarçoveya lêpirsînê de divê ji bo dîtina cenazeyê penaberan Walîtiya Edîrneyê fermana lêgerîna Çemê Merîçê bide û got ku wê ji walîtiyê vê daxwazê bikin.