Li kuçeyan kampanya "Em mibtelayê bişikînin" hat vegotin 2021-09-12 14:01:55   AMED - Meclisa Ciwanan a HDP'ê ya Amedê, di çarçoveya kamapanya "Em mibtelayê bişikînin, jiyana azad ava bikin" daye destpêkirin de li Fîsqayayê belavok belav kirin.    Meclisa Ciwanan a HDP'ê ya Amedê, di çarçoveya xebatên kamapanya "Em mibtelayê bişikînin, jiyana azad ava bikin" daye destpêkirin de derket kuçeyan. Endamên Meclisê, duh êvarê li taxa Fîsqaya ya navçeya Yenîşehîrê xebat kirin. Ciwan mal bi mal geriyan, serdana gelek malbatan kirin, bi jin û ciwanan re hevdîtin pêk anîn û derbarê kampanyayê de wan agahdar kirin. Ciwanan li kuçeyan jî geriyan û belavokên kampanyayê belav kirin û daleqandin.