Li pêş Girtîgeha Amedê bang kirin: 12'ê Îlonê didome 2021-09-12 15:54:02 AMED - Endamên Komeleya 78'an, derbarê 41'emîn salvegera Darbeya 12'ê Îlonê de li pêş Girtîgeha Amedê li hev civiyan û gotin ku saziyên 12'ê Îlonê hê didomin û li girtîgehên Tirkiyeyê heman rêbaz tên pêkanîn.  Şaxa Komeleya 78'an a Amedê, ji bo 41'emîn salvegera Darbeya Leşkerî ya 12'ê Îlonê, li ber Girtîgeha Tîpa E'yê ya Amedê ku dema darbeyê Îşkenceyên li dijî mirovahiyê lê pêk hatibûn daxuyanî da. Di daxuyaniyê d pankarta "Di 41'emîn salvegera Darbeya 12'ê Îlonê de em hemû darbeyên sivîl û leşkerî şermezar dikin" hat vekirin. Rêveberên Komeleya 78'an, hevserok û wekîlên HDP, DBP û nûnerên MED TUHAD FED, MEBYA-DER û TUHAYDER'ê tevlî daxuyaniyê bûn.    Serokê Komeleya 78'an Huseyîn Bariş, di daxuyaniyê de axivî. Bariş, diyar kir darbeya 12'ê Îlonê hê jî didome û wiha got, ''Civak û gelên Tirkiyê ew vîna ku hesab ji darbekarên 12'ê Îlonê bixwazin, nîşan nedaye. Ji ber vê em di çarîka pêşî ya sedsala 21'ê de ne; hê jî saziyên sereke yên 12'ê Îlonê didome.'' Bariş, bal kişande ser îşkenceya li zindana Amedê ya dema darbeya 12'ê Îlonê û ev tişt got, ''îşkenceya li zindana Amedê hatî kirin ne kêmî ya li zindana Guantanamo ye, hê jî li zindanên Tirkiyê eynî rêbaz têne domandin. Li dijî van rêbazan bi ehzaran girtî bedena xwe dane ber grêva birçîbûnê, her roja ku diçe dihelin û wiha têdikoşin. Çi kesê xwedî hîsên biratiyê û dostaniyê divê li bara grêva birçîbûnê bihityar be, ev peywireke sereke ya mirovî ye.''