Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan bi dawî bû 2021-09-12 15:54:30 NAVENDA NÛÇEYAN - Li ser navê girtiyên PKK-PAJK'ê Denîz Kaya, ragihand ku wê bi çalekiyên cuda tevlî pêngava "Dem Dema Azadiyê ye" bibin û çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan ji îro ve bi dawî kirine.       Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger ku di 27'ê mijdara sala 2020'an de ji aliyê girtiyên PKK-PAJK'ê ve li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hatibû destpêkirin, hat bidawîkirin. Biryara ku di roja 290'an a grevê de hat girtin li ser navê girtiyên PKK-PAJK'ê ji aliyê Denîz Kaya ve hat ragihandin. Kaya, diyar kir ku wê bi çalakiyên cuda tevlî pêngava "Dem Dema Azadiyê" bibin.    Di daxuyaniya ku hat dayîn de ev tişt hatin gotin:   “Weke girtiyên PKK-PAJK'ê em jî di 27'ê mijdara 2020'an de tevlî pêngava "Dem Dema Azadiyê" ku tevgera me beriya salekê dabû destpêkirin bûn. Armanca me ya bingehîn a pêngavê û me girtiyan, di ketina sala duyemîn a pêngava "TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN, FAŞÎZMÊ HILWEŞÎNIN Û BI RÊBERTIYÊ RE AZAD BIBIN" de ew e ku gelê me hê bêtir bikeve ferqa peywir û berpirsyariyên xwe. Hatiye dîtin ku gel ketiye tevgerê. Armanca girtiyên PKK-PAJK'ê bi aweyekî xurt beşdarbûna pêngava azadiyê bû. Ciwan, jin, Dayikên Aştiyê û saziyên demokratîk ên gelê me li dijî faşîzm û qirkirinê bi awayekî bilind dengê xwe der bixin û bikevin tevgerê bû. Di asta nû ya pêngava Dem Dema Azadiyê ye gihîştiye de hê zêdetir berpirsyarî dikevin ser gelan û saziyên demokratîk. Tê dîtin ku berxwedêrên destanî û pêşengên fedaî yên vê pêvajoyê gerîlla hemû berpirsyariyên xwe bi cih anîne. Di asta nû ya pêngavê de em dizanin û bawer dikin ku wê gelê me û pîrozên me gerîlla bi hev re têbikşin. Weke girtiyên PKK-PAJK'ê em amade ne ku ji bo azadiya welat, gel û serokatiya xwe bedel bidin. Em hatine dawiya pergala faşîst a AKP-MHP'ê. AKP'a ku bûye rengê Darbeya Leşkerî ya 12'ê Îlonê, ji bo ku layîqê avakerê xwe bibe hemû hunerên xwe pêşkêş dike. Em ê jî bi rih, zanebûn û baweriya têkoşerên Zindana Amedê ku Darbeya Leşkerî ya 12'ê Îlonê têk birin, li ber xwe bidin û bi serkevin. Em ê jî li gorî rihê têkoşer ê kevneşopiya lêgerîna heqîqet û azadiyê Mezlûm Dogan, Çaran û 14'ê Tîrmehê heta Rêbertiyeke azad, Kurdistana azad û Tirkiyeya Demokratîk.   Em weke girtiyên PKK-PAJK'ê banga komîteya Zindanan a PKK-PAJK'ê esas digirin û çalakiya xwe îro bi dawî dikin. Weke girtiyên PKK-PAJK'ê em ê bi çalakiyên cuda bi awayekî zanist û birêxistinkirî tevlî pêngava azadiyê bibin. Di vê esasê de weke hemû rêhevalên li girtîgehan em ê hê bêtir tevlî xeta Rêber Apo bibin û bi Rêber Apo re bijîn."