Li ber Girtîgeha Bakirkoyê çalakî: Em tecrîdê qebûl nakin 2021-09-12 17:10:03   STENBOL - MATUHAY-DER û ANYAKAY-DER ku li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê çalakî li dar xistin, daxwaza rakirina tecrîdê û bidawîkirina binpêkirinên mafan kirin.      Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmarayê (MATUHAY-DER) û Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên ku Xizmên xwe Winda Kirine ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER), ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pêkanînên li dijî girtiyan, li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê daxuyanî dan çapameniyê. Parlamenterên HDP'ê Oya Ersoy û Zuleyha Gulum, rêveberên HDP'ê yên navçe û bajar, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê piştgirî dan çalakiyê. Ji ber ku derdora girtîgehê ji aliyê polisan ve hatibû dorpêçkirin girseyê li ser rêya girtîgehê daxuyanî da.    AXAFTINÊ ASTENG KIRIN   Parlamentera HDP'ê Zuleyha Gulum, axivî û diyar kir ku binpêkirinên mafan ên girtîgehan û tecrîd li tevahiya welat berbelav bûne û li dijî nêzikbûna ji bo girtiyên nexweş li hev kom bûne û got ku ew tecrîda li Îmraliyê qebûl nakin. Dema axaftina Gulum polisan timik anons kirin û axaftina wê asteng kirin. Li dijî vê Gulum, bi lêv kir ku wê gotinên xwe yên ji bo tecrîdê û girtiyên nexweş bibêjin û dev ji daxwazên xwe yên azadî, aştî, edalet û demokrasiyê bernedin.     ÇALAKGERAN ASTYENGÎ NAS NEKIRIN   Piştî daxuyaniyê girse dest bi meşê kir. Piştî demeke kurt polisan girseyê dorpêç kir û meşê asteng kirin. Li dijî astengkirina polisan girseyê timik dûrişmeya "Biji berxwedana zindanan” berz kir. PPolisan, kesên ku piştî meşê çûn rawestgeha metrobusê jî dorpêç kirin û destûr neda derbasî rawestgehê bibin. Xizmekî girtiyan, bertek nîşanî vê pêkanînê da û ev tişt got: "Em ji bo kezeba xwe li vir in, em ê ji bo wan têbikoşin, em ê wan di destê we de nehêlin."   Girseya ku dorpêça plolisan derbas kir bi tilîlî û çepikan ji herêmê veqetiyan.