Tedawiya Esmer Tûnç a binexweşiya KOAH'ê didome 2021-09-12 17:12:11   ŞIRNEX - Teşhîsa nexweşiya KOAH'ê danîn ser Esmer Tûnç ku wê bi gumana vîrûsa koronayê rakiribûn nexweşxaneyê û tedawiya wê li beşa lênêrîna awarte didome.      Dayika Mehmet Tûnç û Orhan Tûnç ku di sala 2015'an de dema qedexeyên li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hatibûn qetilkirin Esmer Tûnç, duh bi gumana vîrûsa koronayê rakiribûn nexweşxaneyê û girtibûn beşa lênêrîna awarte. Teşhîsa nexweşiya KOAH'ê danîn ser Tûnç ku niha tedawiya wê li beşa lênêrîna awarte didome. Hat hînbûn ku Tûnç bersiv dide tedawiya lê tê kirin û wê sibê bigirin serwîsa asayî ya nexweşxaneyê.