Di doza Gokkan de polîsan êrişî parêzer û beşdaran kir 2021-09-13 12:07:19 AMED - Di danişîna Berdevka Demê ya TJA'yê Ayşe Gokkan de polîsan êrişî parêzer û kesên ku dozê dişopnadin kirin.  Danişîna 22'emîn a doza Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê tê lidarxistin. Danişînê bi beşdariya gelek aktîvîstên TJA'yê û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl dest pê kir. Malbat, parêzer, kesên ku doz dişopandin û Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ji aliyê dadger ve ji eywana danişînê hatin derxistin.    Polîsên ku hatin eywana danişînê jî hem êrişî kesên doz dişopandin kirin û hem jî êrişî parêzeran û malbatê kirin.   Di heman demê de polîsan xwest ji malbata Ayşe Gokkan, Vedat Gokkan binçav bikin. Her wiha xwişka wê Mihrîcan Gokkan ji ser hişê xwe ve çû û ew rakirin nexweşxaneyê.