Gefa lêpirsîna stranên kurdî û govendê li girtiyan hatiye xwarin 2021-09-13 14:08:41 STENBOL -  Hat diyarkirin ku girtiyên li Girtîgeha Bakirkoyê ji ber ku bi kurdî stran strîne û govend gerandine ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve bi cezayê disîplînê hatine tehdîtkirin.   Girtiyên li Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve ji ber bi kurdî stran strînê û govend gerandine bi cezayê disîplînê hatin tehdîtkirin. Girtiyan di 15'ê Tebaxê de bi kurdî stran strîne û govend gerandine. Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Vedat Ece diyar kir ku bi girtiyan re hevdîtin kiririye û rêveberiya girtîgehê bi hinceta ku girtiyan di stran û govendê gefa "Em ê cezayê disîplînê li we hemûyan bibirin” xwariye.    BANGA HESTIYARIYÊ    Ece destnîşan kir ku têkildarî cezayê dîsîplînê girtî nehatine agahdarkirin lê belê îdareyê bi destpêkirina lêpirsînê gef li girtiyan xwariye. Ece di vê mijarê de banga hestiyariyê li raya giştî kir.