Li Rihayê xebatkarek tenduristiyê întîhar kir 2021-09-13 12:41:35 RIHA - Hat îdîakirin ku xebatkarê tenduristiyê yê Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê Yusuf Modanlar di dema nobetê de întîhar kiriye.    Tê îdiakirin ku hemşîre Yusuf Modanlar (34) ê li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê dixebite, di nobetê de întîhar kiriye. Hat îdiakirin ku Modanlar bi dermanê ku li odeya emeliyatê bû xwariye û dawî li jiyana xwe aniye. Hat tespîtkirin ku Modanlar li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye û cenazeyê wî rakirin morga Saziya Tiba Edlî ya Rihayê.    Hate zanîn ku têkildarî bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.