Li Licê şewat derket û ber bi gundan ve belav dibe 2021-09-13 17:24:48 AMED - Li herêma Kelekê ya gundê Husênika bi ser Licê ve şewat derket.  Li devera Kelekê ya bi ser gundê Husênika navçeya Licê ya Amedê ve li cihê bi dar û daristan şewat derket. Sedema şewata ku danê nîvro dest pê kir, nayê zanîn.   Çavkaniyên li herêmê diyar kirin ku şewata ku mudaxileyî wê nayê kirin, gav bi gav belav dibe û “Heger ku agir neyê vemirandin, bi texmînî 7 an 8 gund wê wêran bibin. Bi mudaxileya ji destê mirovan vemirandina agir hinek dijwar e. Ger mudaxile nekin dê hemû qad werin şewitandin. Bi rastî rewşek bi êş e.