Li Sêrtê meş: Em ê bi berxwedanê bi serkevin 2021-09-13 20:16:47 SÊRT - Li Sêrtê, ji ber ku destûr nehat dayîn şahiya di çarçoveya bernameya "Dema Azadiyê" de were lidarxistin, girseyê dûrişmeya "Em ê bi berxwedanê bi serkevin" meşiya.     Li Sêrtê, polisan, şahiya ku MEBYA-DER û MED TUHAD-FED'ê xwestin di çarçoveya kampanya "Dema Azadiyê" de li Qada Newrozê ya li taxa Barişê li dar bixin, astegn kir. Li ser vê yekê girse li pêş avahiya HDP'ê ya Sêrtê li hev kom bû û daxuyanî da. Di daxuyaniyê de dovîzên "Tecrîd nayê qebûlkirin" û "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" hatin hilgirtin. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, parlamenterên HDP'ê Feleknas Ûca,  Habîp Eksîk, Huseyîn Kaçmaz û Siddik Taş, Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz ku qeyûm tayînê şûna wê hatiye kirin, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA'yê, rêxistinên HDP'ê yên bajar û navçeyên Sêrt û Êlihê û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Welatiyên ku tevlî daxuyaniyê bûn, li dijî polisên ku xwestin daxuyaniyê asteng bikin ev dûrişme berz kirin: “Bîjî serok Apo”, “Jin jiyan azadî” , “Em ê bi berxwedanê bi serkevin” ve “Bîjî berxwedana zindanan”.   MEŞ HAT KIRIN   Girseya ku li hev kom bû bi armanca şermezarkirina astengkirina polisan, li ser kolana Aydinlari meşiya û dûrişmeyên “Bîjî Serok Apo” ve “Bîjî berxwedana zîndanan” berz kirin. Welatî û esnafan jî bi nîşaneya serkeftinê, tilîlî, çepikan piştgirî dan meşê. Piştî ku li ser kolana Aydinlarê meş hat kirin, girse careke din hat ber avahiya HDP'ê. Di navbera polis û Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz de nîqaş derket. Ji ber ku amîrê polisan tiliya xwe jê re hejand û gef lê xwar Kaçmaz, ev tişt jê re got: "Li hemberî parlamenterê vî gelî heye hedê xwe bizanibe!"    Girse piştî ku demekê li ber avahiya HDP'ê rawestiya ji hev belav bû.