Di encama bombebaranê de li Pulurê şewata daristanê derket 2021-09-13 21:44:23 DERSIM - Li herêma çiyayî ya di navbera gundên Gazik û Arcumak ên Pulurê di encama bombebaranê de agir bi daristanê ket.       Li herêma çiyayî ya di navbera gundên Gazik û Arcumak ên navçeya Pulurê ya Dersimê di encama bombebaranê de agir bi daristanê ket. Li gorî agahiyên ku hatin wergirtin, saet di 11.00'an de herêma di navbera her du gundan de ji aliye balefir û helîkopteran ve hatiye bombebarankirin û di encama bombebarankirinê de li qada daristan şewat derketiye. Hat diyarkirin ku heta niha tu mudaxale li agir nehatiye kirin.