Dozger xwest rojnamevan Roza Metîna were cezakirin 2021-09-14 11:42:39 AMED - Di doza ku derbarê rojnamevan Roza Metîna de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê” hat vekirin, dozger cezayê hepsê jê re xwest. Rûniştina duyemîn a dozê ku di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê ye” derbarê rojnamevan Roza Metîna de hat vekirin, li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Parêzerê wê Resul Tamur di danişîna ku Metîna beşdar nebû de amade bû.   DOZGER CEZA XWEST    Dozgeriyê îdîa kir ku Metina di çarçoveya çalakiyên KCD’ê de beşdarî çalakiyên rêxistinî bûye û wê bi endamên din ên KCD’ê re, yekîtî û yekparçebûna dewletê xera kiriye da ku yekîtiya bi navê neteweyî ya kurd li ser xaka Kurdistanê misoger bike. Dozger îdia kir ku delegebûna wê ya KCD’ê di belgeyên ku di lêgerînê de hatine desteserkirin derketiye holê. Dozger bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" ji 7 sal û nîvan heta 15 salan cezayê hepsê ji Metîna re xwest.    Parêzer Resûl Tamur ji bo dikaribe li hember mutalayê parastinê bike dema zêde xwest.   Heyeta dadgehê daxwaza parêzer Tamur a ji bo demeke zêde qebûl kir û danişîn taloqî 12'ê cotmehê kir.