Midurê Giştî yê TCDD’ê Atîk îstîfa kir 2021-09-14 12:58:09   ENQERE - Midurê Giştî yê TCDD’ê Abdulkerîm Mûrat Atîk îstîfa kir.    Serokê Lijneya Rêveberiya Sun Group Abdulkerîm Mûrat Atîk ê beriya 10 rojan bi biryarnameya Serokkomariyê tayînî Miduriyeta Giştî ya Rêyên Hesin ên Dewletê yên Komara Tirkiyeyê (TCDD) hat kirin îstîfa kir. Di şûna Atîk de Cîgirê Midurê Giştî Metîn Akbaş hat bicihkirin. TCDD’ê sedema îstîfakirina Atîk ê derketibû holê ku di 4’ê Nîsanê de peymaneke 40 milyon Euro îmze kiribû, aşkera nekir.    Hat diyarkirin ku Atîk, ji ber îdiayên endamê Koma Adnan Oktar e îstîfa kiriye.