Ferdên malbata Gurdegîr bi lêdanê hatin binçavkirin 2021-09-14 13:51:42 ÇEWLIG - Polîs û leşkeran cara duyemîn bi ser malên xizmên Sonûç Gurdegîr ê bi îşkenceyê re rûbirû mabû de girtin û li ferdên malbatan dan û 3 kes binçav kirin.  Polîs û leşkeran serê sibehê bi ser gundê Kadîmadrak a bi ser navenda Çewligê de girtin û avêtin ser mala Ahmet Gurdegîr (34), Hatun Gurdegîr (65) û Ertan Gurdegîr (45). Di serdegirtinê de derî hatin şikandin û hemû alavên malê hatin serûbinkirin. Hat zanîn ku di serdegirtinê Ahmet Gurdegîr, Bermal Gurdegîr (18) û Azad Gurdegîr (18) hatine binçavkirin. Hêceta binçavkirina wan nehat zanîn û birine Miduriyeta Polisan a Çewligê.    TUNDÎ Û HEQARET    Ayfer Gurdegîr a ku bi ser mala wan de hat girtin diyar kir ku 5 polîsan êrişek fizîkî li hember Azad Gurdegîr pêk anîne û got: “Piştî ku li biraziyê min dan, dûvre destên wî ji paş ve kelemçe kirin û avêtin erdê. Ahmet Gurdegîr jî bi tundiya polîsan re rûbirû ma. Çêr û heqaretan li me kirin. Di lêgerîna malê de hin pirtûk û wêne desteserkirin. Nêzî sê saetan li mala me geriyan. Du hefte berê jî bi ser mala me de girtibûn. Zilmê li me dikin. Em ê giliyê vê neheqiyê bikin.”     ÇI BÛBÛ?   Di 24’ê tebaxê de polîs û leşkeran bi ser malbata Gurdegîr de girtibû û Ozge Gurdegîr, Prenses Gurdegîr, Ahmet Gurdegîr, Menfiye Gurdegîr, Ertan Gurdegîr û Mehmet Buyuldar binçv kribûn. Di çarçoveya heman lêpirsînê de li Stenbolê Sonûç Gurdegîr hatibû binçavkirin û îşkence lê hatibû kirin. Piştî îfadeyên hatibûn wergirtin Ahmet û Menfiye Gurdegîr bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan û Sonûç, Ozge, Prenses û Ertan Gurdegîr û Mehmet Buyuldar hatibûn girtin.    Rêxistinên mafê mirovan diyar kiribûn ku îşkenceyek giran li Sonûç Gurdegîr hatiye kirin.