Ji bo lêpirsîna lêgerîna tazî biryara dozvenekirinê hat dayîn 2021-09-14 14:18:09 WAN - Derbarê lêpirsîna têkildarî parêzer Ekîn Yeter a bi lêgerîna tazî re rûbirû mabû, biryara dozvenekirinê hat dayîn.  Parêzer Ekîn Yeter di 30’ê nîsanê de xwest li Girtîgeha Wanê ya Ewlehiya Bilind bi miwekîlên xwe re hevdîtin bike û bi lêgerîna tazî re rûbirû mabû. Yeter giliyê lêgerîna tazî kir û dozgerê girtîgehê lêpirsîn da destpêkirin. Serdozgeriya Komarê ya Wanê derbarê lêpirsîna hatibû destpêkirin de biryara dozvenekirinê da.    Ekîn Yeter diyar kir ku ew ê li dijî biryarê îtîraz bikin û ew ê bi her awayî têkoşîna xwe ya hiqûqî ya li dijî binpêkirinên mafan bidomînin.