Polîsan mudaxileyî endamên Weqfa Fûrqanê kirin 2021-09-14 14:51:33   EDENE - Polîsan bi gaza îsotê mudaxaleyî endamên Weqfa Fûrqanê yên ji bo endamên xwe yên hatine binçavkirin li pêş Edliyeya Edeneyê disekinîn, kirin.    Endamên Weqfa Fûrqanê E.E, H.A. û Y.T. ên di çarçoveya lêpirsîneke ku Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê dabû destpêkirin de di 10’ê Îlonê de dema ji bo îfadeyê çûn Miduriyeta Polîsan a Edeneyê hatibûn binçavkirin, sewqî edliyeyê hatin kirin. Hat hînbûn ku her sê kes bi îdiaya “kesekî ji azadiya wî bê par hiştin” hatine binçavkirin.    POLÎSAN BI GAZA ÎSOTÊ MUDAXILE KIR   Piştî ku kesên di bin çavan de sewqî edliyeyê hatin kirin, polîsan bi gaza îsotê mudaxileyî koma li pêş edliyeyê disekînî ku damezrînerê weqfê Alparslan Kûytûl jî di nav de kir. Gaza îsotê bandor li gelek kesan kir. Koma li pêş avahiya edliyeyê hêj disekine.    Li aliyê din li ser bi îdiaya li miduriyeta polîsan îşkence û mûameleya xerab li kesên di binçavan de hatiye kirin, parêzerên wan li serdozgeriya komarê giliyê polîsan kir.