Saît Uçlu û Îrfan Guler jiyana xwe ji dest dan 2021-09-14 15:46:04 NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedar û nivîskarên kurd Mehmet Saît Uçlu û Îrfan Guler jiyana xwe ji dest dan.  Siyasetmedar û nivîskarên kurd Mehmet Saît Uçlu û Îrfan Guler, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dan. Uçlu û Guler di serdema Darbeya Eskerî ya 12’ê Îlona 1980’yan de li navçeya Hîlwana Rihayê hatin girtin. Guler ê 20 salan û Uçlu jî 27 salan di girtîgehê de mabûn. Hat diyarkirin ku Uçlu û Guler ên piştî ji girtîgehê derketin têkoşîna xwe domandin, ji ber xebatên romanekê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn.    Saît Uçlu, yekemîn pirtûka “Amara” ya ji rêzeromana Partiyê ya bi navê “Di Welatê Rojê De Vejîn (Güneş Ülkesinde Diriliş)” û pirtûka pêncemîn ya ji heman rêzeromanê ya bi navê “Lêgerîna Azadiyê (Özgürlük Arayışı)” bi şeklê sê cîldan nivîsand. Îrfan Guler jî pirtûka sêyemîn a ji heman rêzeromanê ya bi navê “Zayîna Ber Bi Azadiyê (Özgürlüğe Doğuş)” bi şeklê sê cîldan nivîsand. Guler pirtûka 3 cîld ya bi navê “Yên Çok Nedanîn (Diz Çökmeyenler)” a ku berxwedana dîrokî ya qedexeyên derketina derve ya Cizîrê vedibêje qedand, Uçlu jî ji bo berxwedana bi heybet a Kobanê bike roman, dixebitî.   Li gorî nûçeya ku di Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) de cih digire Îrfan Guler di 14’ê Adara 2021’ê de Saît Uçlu jî di 29’ê Adara 2021’ê de jiyana xwe ji dest dane.