Çala ku qeyûm vekirî hişt zarok birîndar kir 2021-09-14 15:46:36   SÊRT - Zarokê 3 salî ku li Sêrtê ket çala şaredariyê vekirî hişt, birîndar bû.    Zarokê 3 salî ku ket çala di xebatên “nûkirina rê” yên ser Cadeya Gures a Şaredariya Sêrtê ya di bin rêveberiya qeyûm de vekirî hatibû hiştin, birîndar bû. Zarok bi alîkariya ji kesên derdorê ji aliyê dayika xwe ve hat derxistin. Hat hîn bûn ku rewşa zarokê ku rakirin nexweşxaneyê baş e.    Welatiyan ji ber şaredariyê di xebatên çêkirina rê de bergirî negirtin bertek nişanda û hişyar kirin.