Giliya mamosteyê ku gotinên nîjadperest gotibûn hat kirin 2021-09-14 21:02:51 ŞIRNEX - Li navçeya Hezexê, giliya mamosteyê ku tundî li xwendekarekî kiribû û gotinên nîjadperest jê re gotibûn hat kirin.      Li navçeya Hezexê ya Şirnexê, S.K. ku li Dibistana Navîn a Îmam Xatîbê ya Mehmet Akîf Înan mamostetiyê dikir, bi hinceta ku dema xwendina Sirûda Îstiklalê keniyabû tundî li xwendekarê bi navê K.S. kiribû û ev hewaret lê kiribûn: "Tu kî yî ku bi sîrûda min a bişeref dikenî? Sîrûdeke te jî tune ye. Hûm kurd bes tenê govend bigirin." Malbata xwendekara K.S. serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şirnexê da û bi parêzerên ÎHD'ê re serî li Serdozgeriya Komarê ya Hezexê da û giliya mamoste S.K. kir.    Malbatê, di daxwaznameya xwe de daxwaz kir ku qamerayên dibistanê bên lêkolînkirin û derbarê mamoste de lepirsîn bê destpêkirin û bê cezakirin.