ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2021'AN 2021-09-15 09:00:02 * Yek ji navên remza berxwedana Kobanê Apê Nemir, diyar kir ku gefên li ser bajar hê jî didomin û ev tişt got: "Erdogan dibêje, 'ez ê bikevim Kobanê'. Kobanê ji wî re bûye derd. Em ê dîsa bis serkevin. Ez ê bi destekî xwe jî li ber xwe bidim." * Derbarê êrişa ku ji aliyê xizm û parastvanên parlamenterê AKP'ê ve li dijî malbata Şenyaşar pêk hatibû de dîmenên nû derketin holê. Hat tespîtkirin ku êrişkarê bi keleşnîkofê dikeve dikana malbatê, di dosyayê de tune ye.   * Li navçeya Tûrgûtlûyê, li ser daxwaza gel Komîsyona Çandê ya Rêxistina HDP'ê ya Navçeyê zend û bend bada û amadekarî dike ku li dijî pişaftinê perwerdeya kurdî bide.    * Naveroka danezane ku wê HDP di 27'ê îlonê de aşkera bike ji dane û peyamên ku di salekê de li qadê hatine berhevkirin pêk tê. Partî, amadekarî dike ku hesabê hejmarî yê dengan derbas bike û rêya qezenckirina hêzên demokrasiyê xêz bike.    * Serlêdana "Binpêkirina mafê jiyanê" ku ji bo lêpirsîna Sedat Baran ê li navçeya Akdenîzê di çalakiyê de bi guleya polisan hatibû qetilkirin, hatibû kirin bi hinceta "demboriyê" ji aliyê AYM'ê ve hat redkirin.    * Li Çewligê gundê Karaweliyan ê 150 mal bi pirsgirêka avê re rûbirû maye. Gundî dibêjin ku rojê tenê saetek ava wan tê û li benda çareserkirina pirsgirêkê ne.    * Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar we di roja 191'emîn de li ber Edliyeya Rihayê bidome.    * Hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr ên ku qeyûm li şûna wan hat bicihkirin wê têkildarî kirinên qeyûm civîna çapemeniyê li dar bixin. (10.00)   * Meclîsa Jinan a HDP'ê wê li Dîlokê di çarçoveya "Ji Xizaniya Jinan Re Na, Ji Jinan Re Edalet" serdana jinan bike. (10.00-18.00)   * Şaxa SES'ê ya Amedê wê têkildarî pirsgirêkên li xizmetên civakî diqewimin li avahiya xwe daxuyanî bide. (12.30   * HDP wê di çarçoveya "Em HDP ne, li her derê ne" li Mêrsînê bi hêzên demokrasiyê were bicive. (18.00)   * 34 rêxistinên ekolojiyê ji Stenbolê tên serdana Dersimê û wê li Meydana Seyîd Riza daxuyanî bidin çapemeniyê. (14.00)