Dîmenên nû derketin holê: Êrişkarê bikeleşnîkof di dosyayê de tune ye 2021-09-15 09:00:12 RIHA - Derbarê êrişa ku ji aliyê xizm û parazvanên parlamenterê AKP'ê ve li dijî malbata Şenyaşar pêk hatibû de dîmenên nû derketin holê. Hat tespîtkirin ku êrişkarê bi keleşnîkofê dikeve dikana malbatê, di dosyayê de tune ye.  Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, di 14'ê hezîrana 2018'an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz êriş biribûn ser dikana malbata Şenyaşar. Di êrişê de Haci Esvet û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar hatibûn qetilkirin. Her wiha ji malbata Yildiz jî kesek hatibû kuştin. Derbarê êrişê de dimenên derketin holê. Ajansa Mezopotamyayê (MA) xwe gihand qeydên du qamereyan. Derket holê ku êrişkarê ku di destê wî de keleşnîkof heye tevlî dosyaya darizandinê nehatiye kirin. Di dîmenên ku derketin holê de tê dîtin ku Emîne Şenyaşar bi hevjînê xwe Haci Esvet Şenyaşar ku hat qetilkirin re kêliyên destpêkê yên êrişê tê cihê bûyerê û zêmaran dilorîne.    Di dîmenên qamereya ewlehiyê ya cîranê Şenyaşaran de tê dîtin ku êriş saet 15.55'an de dest pê dike ûpiştî 22 deqeyan Haci Esvet Şenyaşar dikeve dîmen. Tê dîtin ku Şenyaşar bi awayekî lez ber bi dikana xwe ve tê. Polis asteng dikin ku bikeve dikanê. Li ser vê bi polisan re nîqaş dike û destê xwe li serê xwe dixe. Polis dixwazin wî derbixin derveyî bariyeran. Dema ku kurê wî yê birîndar Adil ji aliyê xebatkarên teduristiyê ve ji dikanên tê derxistin Şenyaşar ber bi wî ve dibeze.      KESÊ BIÇEK DI DOSYAYÊ DE TUNE YE   Di qamereyeke din de dema ku Adil li amabûlansê tê siwakirin polis Şenyaşar asteng dikin ku kurê xwe bibîne. Di berdewama dîmenê de dema ku Şenyaşar ji ambûlansê tê dûrxistin kesekî bi keleşnîkof ber wî tê û ji aliyê polisan ve tê astengkirin. Polis çeka wî ji destê wî digirin û wî aram dikin. Ev kes ji malbata Yildiz e û tê angaştkirin ku cerdevan e. Polis cercûra çekê ji derdixin û dest datînin ser çekê. Di girteke ku li derbarê bûyerê de hatiye girtin û doznameya ku hatiye amadekirin de derbarê vî kesî de qet agahî nehatine dayîn.    DOSYA HAT DABEŞKIRIN   Di lêpirsîna ku piştî êrişê hat destpêkirin de dosya weke dikan û nexweşxaneyê hat dabeşkirin. Di doza ku têkildarî dosya dikanê li Meletiyê hat dîtin de li Fadil Şenyaşar 39 sal û li Enver Yildiz jî 18 sal ceza hat birîn. Lêpirsîna derbarê nexweşxaneyê de jî bi biryara nepeniyê didome. Ji ber biryara nepeniyê tiştên li nexweşxaneyê pêk hatine nayên aşkerakirin.    NOBETA XWE YA EDALETÊ DIDOMÎNE   Emîne Şenyaşar ku di êrişê de hevjînê wê û 2 kurên wê hatin qetilkirin, di 9'ê adarê de bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re li ber Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kir. Nobet di roja 191'emîn de didome. Daxwaza Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ew e ku biryara nepeniyê ya li ser dosya ku 8 dozger hatine guhertin bê rakirin û Fadil Şenyaşar ê 3 sal û 3 meh in di hucreya yekkesî de tê girtin bê berdan.    MA / Emrûllah Acar