AYM'ê serlêdana ji bo Sedat Baran red kir 2021-09-15 09:04:18 MERSÎN - Serlêdana "Binpêkirina mafê jiyanê" ku ji bo lêpirsîna Sedat Baran ê li navçeya Akdenîzê di çalakiyê de bi guleya polisan hatibû qetilkirin, hatibû kirin bi hinceta "demboriyê" ji aliyê AYM'ê ve hat redkirin.  Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), serlêdana "Binpêkirina mafê jiyanê" ku ji bo lêpirsîna Sedat Baran ê di 27'ê kanûna 2015'an de li taxa Gundogdû ya navçeya Akdenîzê ya Mersînê di çalakiyê de bi guleya polisan hatibû qetilkirin, bi hinceta "demboriyê" red kir. Lêpirsîna Baran ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mersînê ve hat birêvebirin. Di çarçoveya lepirsînê de dozgeriyê di 19'ê çile û 11'ê nîsana 2016'an de îfadeyê 3 polisan girt û di 29'ê kanûna 2016'an de biryara "nepeniyê" ji bo lêpirsînê anî.    ÎTTÎRAZA PARÊZER   Piştî îfadegirtinê di 17'ê gulana 2016'an de Serdozgeriya Komarê ya Mersînê biryara "cih ji peyketinê re tune ye" da û polisan ji lêpirsînê derxist. Parêzerê malbata Baran, ji ber ku "Tevlîbûna bibandor a lêpirsînê hatiye astengkirin, Ji bo derxistina holê ya rastiya maddî lêpirsîn kêm maye, di bûyerê de pêwistî bikaranîna çekê ya polisan tune bûye û hêzeke rêjedar nehatiye bikaranîn" serî li Dadgeriya Ceza ya Silhê ya Mersînê da û biryara "cih ji peyketinê re tune ye" îttîraz kir. Dadgeriya Ceza ya Silhê ya Mersînê, di 22'ê tîrmeha 2016'an de vê îttîrazê red kir.    AYM'Ê SERLÊDANÊ RED KIR   Lêpirsîna derbarê qetilkirina Baran de bi biryara "lêgerîna daîmî" ya Serdozgeriya Komarê ya Mersînê ku di 9'ê hezîrana 2016'an de vekirî hat hiştin. Piştî ku serî li hemû rêyên hiqûqî yên pêwîst hat dayîn parêzerê malbata Baran, Ozgur Çaglar, di 10'ê cotmeha 2018'an de bi hinceta ku "lêpirsîneke bibandor neyhatiye kirin û binpêkirina mafê jiyanê" serî li AYM'ê da. AYM'ê di 29'ê hezîrana 2021'an de serlêdanê lêkolîn kiriye û bi hinceta "demboriyê" red kiriye.