Parêzera Ayşe Gokkan: Helwesta dadger dewama polîtîkaya çewisandinê ye 2021-09-15 10:09:54 RIHA - Parêzera Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan, Berfîn Gokkan, tiştên di dozê de qewimîne wek “dewama polîtîkaya çewisandinê” pênase kir û ji bo serokê dadgehê ji wezîfeyÊ were dûrxistin dê serî li HSK’ê bidin.  Rûniştina 22’yemîn a doza Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan di 13’ê îlonê de li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Di kêliya parastinê de serokê dadgehê ferman da û polîsan mudaxileyî parêzeran û beşdaran kir û wan ji eywanê derxist.    Di navbera parêzer û polîs-dadger de gengeşî derketibû. Piştî danişîn qediya dadger danişînê taloqî 20’ê cotmehê kir.    Parêzer Berfîn Gokkan ku hem parêzera Gokkan e û hem jî biraziya wê ye destnîşn kir ku ji bo ew tiştên di rûniştina dozê de qewimîne fêm bikin divê qewimandinên di dosyeyê de baş analîz bikin û got: “Hêceta girtina wê, wernegirtina parastina wê bû. Bêyî ku wê vexwînin dadgehê, xwestin parastina wê werbigirin û bêyî ku vexwendname were şandin parastina wê wergirtin. Ev rewşek li dijî hiqûqê ye. Girtina wê li ser van bingehên bêhiqûqî pêk hat.”    Berfîn Gokkan di dewama axaftina xwe de bal kişand ser rêbazên darizandina Ayşe Gokkan û her çiqas Ayşe Gokkan xwestiye bi zimanê dayika xwe kurmancî parastina xwe bike jî lê dadger daxwaza wê red kiriye.    DADGER HELWESTEK HIŞK NÎŞAN DAYE    Gokkan tiştên di dozê de qewimîne wek “dewama polîtîkaya çewisandinê” pênase kir. Gokkan anî ziman ku di kêliya parastina Ayşe Gokkan de ew bi helwestek hişk û qeba ya serokê dadgehê re rûbirû mane û dadger bi wê helwesta xwe parêzeran û rêveberên Baroya Amedê kir hedef. Gokkan da zanîn ku helwesta dadger li dijî mesleka parêzeriyê ye û miwekîla wan bûye. Gokkan got bi fermana dadger li dijî parêzeran û Serokê Baroya Amedê êrişek fizîkî û devkî pêk hatiye.    DOSYE VEGUHEZTIN EWROPAYÊ   Gokkan diyar kir ku wn ji bo neheqiya li Gokkan tê kirin û ji bo dema girtina wê dirêj dibe serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dane lê serlêdana wan hatiye redkirin û li ser vê yekê serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê dane.    DÊ GILIYÊ DADGER BIKIN    Gokkan destnîşan kir ku gef û zextên dadger ên li ser parêzeran nayê qebûlkirin û ew ê bi Baroya Amedê re derbarê dadger de wê serî li Desteya Dadger û Dozgeran (HSK) bidin û giliyê wî bikin. 5   MA / Emrullah Acar