Qaçaxçiyên mirovan penaber xapandin 2021-09-15 10:58:40   VAN - Li Wanê komeke penaberan ku jin û zarok jî di nav de bûn, ji aliyê qaçaxçiyên mirovan ve hatin xapandin.   Li taxa Xaçort a Wanê, komek penaber ku jin û zarok jî di nav de bûn, ji aliyê qaçaxçiyên mirovan ve hatin xapandin. Penaberên ku pereyên wan bi soza ku dê bibin bajarekî din hatin stendin, piştre ji mala ku lê diman hatin derxistin. Li ser vê yekê, penaber çûn navenda bajêr.    Komek qaçaxçiyên din ên mirovan ku hatin pêşwaziya penaberan li devereke din a taxê kom bûn ji taxê hatin derxistin. Penaber û şêniyên taxê ku bertek nîşanî qaçaxçiyên mirovan dan, şûşeyên plastîk avêtin wesayîta qaçaxçiyan û ew ji taxê derxistin.   'ME XAPANDIN’    Nur Mihemed, yek ji wan penaberan e da zanîn ku piştî Talîban Afganistan dagir kir neçar ma ku welatê xwe biterikîne û hatine vir lê qaçaxçiyên mirovan ew xapandine.  Muhammed diyar kir ku piştî ji Afganîstanê derbasî Pakîstanê bûn, di ser xeta sînor re derbasî Îranê û dûvre jî derbasî Tirkiyeyê bûne û her çend wan her kesekî 900 dolar dane qaçaxçiyên mirovan jî, ew negirtine bajarê ku ew dixwazin.