Duh ‘Bîngol şewitî’ serbest bû, îro ‘Serhildan jiyan e’ qedexe ye! 2021-09-15 11:53:51 ÊLIH - Li Êlihê derbarê 13 kesên li ber strana “Serhildan jiyan e” de govend gerandin, bi îdiaya “propaganda rêxistinê kirine” lêpirsîn hat destpêkirin.  Her çiqas îqtidara AKP’ê bêje “zimanê kurdî û stranên kurdî” serbest in jî lê qedexekirin û astengiyên li ser ziman û hunera kurdî roj bi roj zêdetir dibin. Di demên dawî de krîmînalîzekirina ziman û hunera kurdî derketiye asta herî jor û di zextên li ser kurdî de zextek din li zextan zêde bû. Li Êlihê di 14’ê tebaxê de li Qada Newrozê HDP, KCD, DBP û TJA’yê mitîng li dar xistibû. Li ser dika mitîngê strana “Serhildan jiyan e” ya aydî Şivan Perwer dihat strîn û xelkê li berê govend gerand. Derbarê 13 kesên li ber strana “Serhildan jiyan e” de govend gerandin lêpirsîn hat destpêkirin.    Lêprisîn ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Êlihê ve hat destpêkirin. Miduriyeta Polîsan a Êlihê bang Hevserokên Rêxistina HDP’ê ya Êlihê Fatma Ablay û Omer Kulpu jî di nav de 13 kesan kirin ku biçin îfade bidin.    Yên ku çûn Miduriyeta Polîsan strana “Serhildan jiyan e” ji wan hat pirsîn û bi îdiaya “propaganda rêxistinê kirine” îfadeyên wan hat girtin.    Hevserokên HDP’a Êlihê derbarê mijarê de ji ajansa me re axivîn û lêpirsînêk wek rewşek “trajîkomîk” pênase kirin.    TEVÎ ASTENGIYAN JÎ HUNER HAT PÊŞKÊŞKIRIN    Hevserokê HDP’a Êlihê Omer Kulpu da zanîn ku di mitîngê de polîs dest daniye ser enstrumanên hunermendan û tevî vê yekê jî hunermend derketin ser dikê û stran strîn û girseyê jî stran li hunermendan dubare kir. Kulpu destnîşan kir ku yek ji van stranan jî strana “Serhildan jiyan e” bû û yên ku destûra enstrûmanan nedan vê carê jî lêpirsîn derbarê kesên govend gerandin û stran li hunermendan dubare kirine dane destpêkirin.    ‘YÊN DUH WÎ DERXISTIN SER DIKAN ÎRO STRANÊN WÎ QEDEXE DIKIN’    Kulpu destnîşan kir ku yên ku duh hunermend Şivan Perwer derdixistin ser dikan û bi destê wî girtin îro rabûne stranên wî sûc dibînin û got: “Li hember ziman, govend, awaz û çepikên kurdan tehamula wan nemaye. Yanî lêpirsîna ku derbarê de hatiye destpêkirin trajîkomîk e. Mixabin di vê serdsalê de jî ev bû para me. Ev kîn û doza ku tevî hemû astengiyan jî em bi gelê xwe re kom bûne ye. Dixwazin bi van lêpirsîn û dozan bi me gav paş ve bidin avêtin, lê ew xwe dixapînin.”    ‘LI KÎJAN DEVERA DINYAYÊ STRAN BÛYE SÛC?’    Hevseroka HDP’a Êlihê Fatma Ablay jî anî ziman ku wek her tim tê xwestin ku vê mitînga wan jî were îlegalîzekirin û got: “Wê rojê bi hezaran kes stran gotin û govend gerandin. Hunermend tevî hemû astengiyan jî derketin ser dikê. Lê mixabin niha em bi rewşek pir trajîkomîk re rûbirû mane. We li kîjan devera dinyayê dîtiye ku stran strîn, govend gerandin bûye sûc? A rast ev lêpirsîn rastiya hiqûqa Tirkiyê dide nîşandan. Em dîsa dibêjin berxwedan û serhildan jiyan e û em ê li her qadê li ber xwe bidin.”    MA / Fethî Balaman