Hevşaredên Êlihê: Qeyûm li dijî mewzûatê îhaleyan çêdike 2021-09-15 15:38:44 ÊLIH - Hevşaredarên Êlihê diyarkirin ku qeyûmê ku tayînî şûna wan hatiye kirin, bajar tev kiriye çal û di sala 2020’an de ji 77 îhaleyan ji sedî 52, di 5 mehên ewil ên sala 2021’ê de ji 93 îhaleyan ji sedî 33 li dijî mewzûatê hatine çêkirin.  Hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr ên qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin, têkildarî îcraetên qeyûm li kafeyekê civîna çapemeniyê li dar xist. Parlementerê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz, endamên meclîsa şaredariyê, Hevserokên HDP’ê yên Bajêr Omer Kûlpû û Fatma Ablay jî beşdarî civînê bûn. Di civînê de ewilî Hevşaredar Songul Korkmaz axivî.    Korkmaz, diyar kir ku qeyûmê tayînî şaredariyê hatiye kirin di bin navê xebatê de bajêr tev kiriye çal û wiha got: “Ji ber gavên bê plan û bername tên avêtin her der bûye çal. Heta kolanek xelasnekirin derbasî kolaneke din bûn. Bajar di nava tozê de ma. Êlihiyê ku wesayîta wî zirar jê nedîtî tune ye. Em hemû jî dizanin ev bajêr vê yekê heq nake. Dema îhaleyên tên kirin ne di rê de bin, xebat jî wiha dibin.”   Korkmaz, bi bîr xist ku ji sedî 65 wergirtina dengê gel hatine hilbijartin û wiha axivî: “Weke şaredariyên ji terorê hatine xelaskirn vîdeoyan amade dikin û parve dikin. Ligel derbarê me de dozeke ku encam girtiye tune jî vê yekê dikin. Em dizanin ku ji ber pêşiya nelirêtiyên xwe vekin vê dikin.”   XIZMETEKE KU KIRINE TUNE YE   Hevşaredar Mehmet Demîr jî bertek nîşanî vîdeoyên “Şaredariyên ji terorê hatine xelaskirin” da û wiha got: “Her çiqas pergala qeyûm li ser bêhiqûqî, derew û talanê hatibe avakirin jî divê kesên vê pergalê pêktînin di wê astê de kirêt nebin. Lê mixabin em dibînin ku qeyûmê Êlihê ji vê wêdetir kirêt bûye. Parvekirinên ‘şaredariyên ji teröre hatine xelaskirin’ dikin. Em ji we hemûya dipirsin kîjan xizmet kirin?”   ‘EM Ê BI HER AWAYÎ BIŞOPÎNIN Û HESABÊ BIPIRSIN’   Demîr, da zanîn ku ji roja qeyûm hat tayînkirin heta niha di 9 mehên derbasbûyî de bi komî 77 îhale hatine kirin û wiha berdewam kir: “Ji van îhaleyan 37 îhaleyên vekirî, 30 21 f (usulê bazarê), 10 jî 21 b (usulê bazarê) hatine kirin. Ji sedî 52’yê îhaleyan li dijî mewzûatê hatine çêkirin. Di pênç mehên ewil ê sala 2021’ê de 93 îhale hatine kirin. Ji van 62 îhaleyên vekirî, 22 21 f, 9 jî 21 b hatine çêkirin. An ku ji sedî 33 îhale derveyî mewzûatê hatine çêkirin. Divê îhale bi tu awayî bi usulê vexwendinê nehatibûna çêkirin lê zêdetir wisa hatine çêkirin. Ji meha Gulanê ve ji bo wan li ser EKAP’ê neşopînin agahiyan parve nakin. Lê bila baş bizanin em ê bi her awayî bişopînin û hesabê bipirsin.”   PARKA YAŞAR KEMAL   Demîr, bi lêv kir ku bi îhaleyên ne di rê de gelê bajêr hatiye mexdûr kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ligel ku me ji sedî 70 Parka Yaşar Kemal xelaskiriye jî bi dawî nakin. Ligel ku xelasnakin cihên me çêkirine jî dixwazin bikin çop. Îhaleyên bi armanca rantê tên kirin, bajarî tînin asteke ku mirov lê nejîn. Ji bo hesaba vê yekê jî nedin me terorîze dikin. Wexta vê yekê dikin ser gelek tiştan peçinînin. Dema em li îhaleyên hatine kirin binerin tê dîtin ku kê alîkariya rêxistina terorê kiriye. Zêdetirî îhaleyan bi usulê bazarê hatine çêkirin.”   ‘GEL WE NAXWAZE’   Parlementerê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz jî da zanîn ku qeyûm pratîka darbeyê ye û wiha axivî: “Qeyûm ew kesên ku vîna gel xesp kirine. Qeyûm tayînî şûna wan jî tên kirin. Her qeyûmê ku tê tahrîbatekê jî bi xwe re tîne. Êdî hatine asteke ku nikarin veşêrin jî. Tenê tiştek heye ku qeyûm bikin tirsê belav dikin û bi awayekî ne di rê de îhaleyan vedikin. Kesên dengê gel xesp kirin hevşaredar û endamên meclîsa şaredariyê tune dihesibînin. Kesên ku hatine tayînkirin ên bajêr û gel nas nakin, şaredariyê dagir dikin. Hem dibe qeyûm hem jî dibe walî. Destûr ji bertekekê re jî nayê dayîn. Her tiştî qedexe dikin. Gelê Êlihê her tim ji van re dibe bersiv. Yaw mirov hinek şerm dike. Gelê Êlihê we naxwaze. Vê bibînin. Hem dibe walî hem dibe şaredar, ev çi çavbirçîtî ye.”