Li Şengalê di bin barandina bombeyan de ber bi hilbijartinê ve 2021-09-16 09:06:14 NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgirê Hevserokê MXDŞ'ê Heso Îbrahîm bal kişand ser êrişên li dijî Şengalê pêk tê û amadekariyên ji bo hilbijartina Iraqê tên kirin û got: "Heger em dengê xwe baş bikar bînin, wê hêza me heye ku em bikaribîn rewşa siyasî biguherînin.”  Di 16'ê tebaxê de balafirên şer ên Tirkiyê bombe li Sûka Kevn a Şengalê xistin û di encama bombebarandinê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 17'ê tebaxê de jî li ser Nexweşxaneya Gundê Sikêniyê ya Şengalê 4 jê xebatkarên tendûristiyê bi giştî 8 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Di 30 tebaxê de jî Tirkiyeyê, Kampa Katya ku êzidî lê dimînin bombebaran kir û di 2’ê îlonê de jî  balafireke bêmirov a Tirkiyeyê nuqteyeke Asayîşa Êzîdxanê ya li gundê Barê yê bi ser Şengalê bombebaran kir. Di mehekî de li ser Şengalê 4 êrişên hewayî çêbûn. Talûka li ser Şengalê ku hê didome. Li aliyekê gef û êrişên li ser Şengalê berdewam dikin li aliyekî din jî Şengal xwe ji bo hilbijartina pêşwext a Iraqê ya wê di 10'ê cotmehê de were lidarxistin amade dike.    Cîgirê Hevserokên Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Heso Îbrahîm êrişên li ser Şengalê û hilbijartinê ji ajansa me re nirxand.    'HEYFA DAIŞ'Ê DIGIRIN'    Heso Îbrahîm, anî ziman ku Tirkiyeyê careke din bi êrişên hewayî ragihand ku hebûna dewleta  Iraqê nas nake û wiha axivî: "Ev êriş ne êrişên yekem in û ne jî dê bibin yên dawî. Ji ber ku dewleta tirk ji bav û kal de dijminê me yê dîrokê ye. Çiqas ji destê wan bê ew ê êriş bikin. Di vir de em gazina ji dijminê xwe nakin. Niha dewleta ku em jê gazinan dikin dewleta Iraqê ye. Di vê demê de bêdengiya dewleta Iraqê wisa xuya dike ku ji Tirkiyeyê re gulopa kesk pêxistiye. Dewleta Iraqê nikare ji dewleta Tirkiyeyê re bibêje nekeve axa min. Lê bi van êrişan dewleta tirk ji Iraqê re vekirî dibêje ku ez hebûna te nas nakim û rêz û hûrmeta min li hemberî te tune ye. Tenê navê dewleta Iraqê heye, ji bilî wê giraniyeke wê tune ye û nema ye. Ev êriş ne li dijî me, li dijî Iraqê çêbû. Di van êrişên dawî de, pêşengên ku di êrişa hewayî de hatin kuştin kesên ku ji hêla dewleta Iraqê ve hatin naskirin bûn. Ev kes deh caran bi dewletê re rûniştiye. Di dema DAIŞ'ê de kesê ku dewlet aniye Şengalê hevalê Seîd bû. Lê ew şexs li ber çavê wê dewletê hat qetilkirin. Diyare ku Iraqê bi erêkirina van êrişan heyfa DAIŞ'ê ji van mirovan digire.”    'BAZAREK HEYE'    Îbrahîm, bi lêv kir ku her gavên ku Tirkiye davêje sûc e û li ser axa Kurdistanê di navbera dewletên navnetewî û Tirkiyeyê de bazarek heye û wiha got: "Her êrişa hewayî ya li ser Şengalê û Başûr sûc e. Ma ne sûce ku dewleta tirk îro xaka Başûrê Kurdistanê dagir dike? Ma ne sûc bû ku dewleta tirk li ser Rojava êrişan pêk anî û zarok û pitik qetil kirin? Ma li Cizîra Botan dewleta tirk sûc nekir? Hiqûq nema ye, mafê mirovan nema ye. Mafên mirovan ji bo wan pîroz in dema ku berjewendiyên wan ên kesane û dewletî hebin. Dema ku DAIŞ’ê Şengalê ji girt, me dît civaka netewî çav û guhê xwe girtin. Lê diyare ku li ser vir bazar kirine. Wexta ku min tiştek da te tu nikarî bibêjî te çima ji min bir.  Li ser vir bazarek heye û li dijî vê jî civaka navnetewî jî ji ber berjewendiyên xwe yên şexsî mafê mirovan esas nagire. "   'BÊDENGIYA IRAQÊ SÛC E'   Îbrahîm, diyar kir ku gelên herêmê bi êrişên hewayî yên li Başûr re di salên 80'î de rastî pêkanînan hatine û wiha berdewam kir: "Mirov nikare êdî bibêje Başûrê Kurdistanê. Mirov bibêje Başûrê Tirkiyeyê çêtire. Çimkî hemû bûne baregehên Tirkiyeyê û hemû bûne însanê Tirkiyeyê. Tirkiyê başûr dagir kiriye û her roj jî xaka wan dagir dike û bi bombarandinan xelkê herêmê qetil dike. Yên mayîn jî weke salên 80'an koçber dibin. Lê li hemberî van pêkanîna bêdengiya Iraqê sûc e. Lê di rastiyê de Iraq ji nikare deng bike. Çimkî di Iraqê de deh serî hene û her yek ji van jî sûc diavêje ser yê din. Iraq deh alî ne û her yek ji van jî berjewendiyên xwe yên şexsî diparêzin."    'DIVÊ CIVAKA ÊZIDÎ HILBIJARTINA XWE BAŞ BIKE'    Îbrahîm, bal kişand ser hilbijartina parlamentoya Iraqê ya ku wê di 10'ê cotmehê de li seranserî Iraqê were lidarxistin û wiha got: “Divê civaka êzidî di hilbijartinê de tercîheke baş bike. Li Şengalê gelek aliyên siyasî hene. Ji bo me hilbijartinek girîng e. Em hêvî dikin ku êzidiyên dê biçin dengê xwe bidin, bila gelê xwe bifikire. Em bi nêzîkatiyek kesane nêzî hilbijartinê nebin û tercîhên şaş nekin. Kî bikaribe vê civakê temsîl bike em wê hilbijêrin. Em weke MXDŞ’ê bang li êzidiyan dikin ku baş bifikirin. Nehêlin ku dengê wan tine biçin.”    'HÊZA ME YA GUHERTINÊ HEYE'    Îbrahîm, da zanîn ku hilbijartina bê kirin dê guhertinên pir girîng bi xwe re bîne û got: "Iraq êdî ji hilbijartina bêzar bûye. Deh caran bêtir hilbijartin kirine, lê heqê welatiyên Iraqî hatiye windakirin. Heger weke berê em dîsa dengê xwe bidin partiyên weke PDK'ê wê guhertin çênebe. Heger vê carê bi riheke êzdayî dengê xwe bikar bînin, wê demê wê bikaribin guhertinekê pêk bînin. Heger hilbijartineke baş bê kirin bêgûman wê bandorên hilbijartinê yên êrênî li ser civaka êzidî çêbibin. Li Iraqê kirîn û bazara dengan heye. Dibêjin ‘ez ê vir de vê kursiyê bidim te tu ya din bide min’. Ev bandorê li ser civaka êzidî dike. Divê di vê mijarê de civaka me hişyar be. Heger em dengê xwe baş bikar bînin, em ê ew kesên ku bazara dengan dikin pûç bikin. Ji ber ku îro hêza me heye ku em bikaribin rewşa siyasî biguherînin."    MA / Zeynep Durgut