Şaredarê Şalpazariyê ji ber hilberandina 'Şewqên Kurdistanê' êrişî kargehekê kir 2021-09-16 11:34:09 NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Şalpazarê, ji ber hilberîna şewqeyên hilbijartinên Iraq û Herêma Kurdistanê şaredarê navçeyê bi ser kargehekê de girt û şewqên hatine hilberandin şewitand.  Li navçeya Şalpazarê Trabzonê, ji ber hilberîna "Şewqên Kurdistanê" yên ji bo hilbijartinên Iraq û Herêma Kurdistanê, şaredarê navçeyê Refîk Kûrûkiz bi tîmên şaredariyê re bi ser kargehekê de girt û şewqên hatine hilberandin şewitand. Di dîmenên ku têkildarî mijarê hatin belavkirin de tê dîtin ku şaredar hejmareke şewqên logaya Hevpeymaniya Kurdistanî ya ji aliyê Tevgera Goran û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ve hatiye avakirin li ser wan e dişewitîne.    DAXUYANIYA XWEDIYÊ KARGEHÊ   Xwediyê kargerhê Omer Ozdemîr, têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku şaredar Kûrûkiz ji ber hilberîna şewqên navborî bi ser kargeha wî de girtiye û şewqên hilberandine kom kiriye û piştre şewitandiye. Ozdemîr, da zanîn ku ew di nav şert û mercên qanûnî de hilberînê dikin û ev tişt anîn ziman: "Ji me hat xwestin ku em kelûpelên ku dê di proseya hilbijartinên Iraqê de werin bikaranîn çêbikin. Me di çaroveya qanûnî de dest bi hilberînê kiribû.Ev hilberandin ne tenê derfetên kar dide hemwelatiyên me yên ku li herêmê dijîn, di heman demê de sûdê dide dewleta me jî."     Ozdemîr, da zanîn ku bi hewldana lînçkirinê re rû bi rû ma ne û ev metirsiya wan hê jî berdewam e.