Lêpirsîna "qirkirina ermeniyan" derbarê parêzerê ÎHD'ê de hat destpêkirin 2021-09-16 12:33:49 EDENE - Ji ber daxuyaniyên wî yên têkildarî "qirkirina ermeniyan" derbarê Serokê Şaxa ÎHD'a Edenê Parêzer Yakûp Ataş de lêpirsîn hat destpêkirin.  Serdozgeriya Komarê ya Edenê, ji ber daxuyaniya wî ya ku di 24'ê nîsanê de têkildarî "qirkirina ermeniyan" daye derbarê Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Edenê Parêzer Yakûp Ataş de lêpirsîn da destpêkirin. Di lêpirsîna ku bi angaşta "Sorkirina gel a dijminahî û kînê" hat vekirin de hemû daxuyaniya Ataş weke sûc hat hesibandin.    Parêzer Ataş, duh bi parêzerê xwe re çû li Edliyeya Edenê îfade da û diyar kir ku lêpirsîna ku lê hatiye vekirin di şexsê wî li tevahiya parastvanên mafê mirovan hatiye vekirin.