HDP'ê qurbaniyên komkujiya Şatilla û Sabrayê bi bîr anî 2021-09-16 14:06:41   ENQERE - HDP'ê qurbaniyên komkujiya Şatilla û Sabrayê bi bîr anî û ev tişt got: "Em bawer dikin ku wê bi têkoşîn û piştevaniya gelan aştiya herêmê pêk were."   Alîkara Hevserokên Giştî yê HDP'ê yê ji Komîsyona Bawerî û Gelan Berpirsyar Tulay Hatîmogûllari, ji ber 39'emîn salvegera komkujiya Şatilla û Sabrayê daxuyaniyeke nivîskî da û qurbaniyan bi bîr anî. Hatîmogûllari, bal kişand ser polîtîkayên şer ên li herêmê û ev tişt got: "Em bawer dikin ku wê bi têkoşîn û piştevaniya gelan aştiya herêmê pêk were."   Di 16'ê îlona 1982'a de li dijî wargehên Sabra û Şatilla yên li Beyrûtê ku penaberên filistînî li wan diman êriş pêk hatibûn û di êrişan de 3 hezar û 50 sivîl hatibûn qetilkirin.