Şandeya HDK’ê serdana Malbata Şenyaşar kir 2021-09-16 14:17:36   RIHA - Meclîsa HDK’ê ya Balikesîrê serdana malbata Şenyaşar a têkoşîna xwe ya edaletê didomîne kir û wiha got: “Neheqî li kesên ku li ber deriyê Qesra Edaletê li edaletê digerin tê kirin.”   Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya Malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 192’yemîn de didome. Serdanên piştevaniyê yên malbatê jî berdewam dikin. Meclîsa Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Balikesîrê serdana Malbata Şenyaşar kir. Malbatê bi dowîza “Em tenê edaletê dixwazin, ji bo her kesê edalet” şande pêşwazî kir.     Malbatê di serdanê de têkoşîna xwe ya edaletê û serpêhatiyên xwe ji şandeyê re vegot. Dûvre endamê Lijneya Rêveberiya HDK’ê yê Balikesîrê Mehmet Çelîkten axivî û wiha got: “Sekna malbatê bu wesîleya ku welatiyên rojhilatê Tirkiyeyê jî bala xwe bidin vê derê. Ne tenê HDK an HDP hemû mirovên bi wijdan ên li rojhilatê Tirkiyeyê dixwazin ev bêedaletÎ bidawî bibe. Neheqî li kesên ku li ber deriyê Qesra Edaletê li edaletê digerin tê kirin. Ev ne rast e. Em piştevaniya têkoşîna malbata Şenyaşar dikin.”   Şandeyê piştî bi malbatê re demekê nobet girt, ji wir veqetiya.