Bavê leşkerê ku dixwest teslîm bibe û hat kuştin: Agahî nadin me 2021-09-16 15:56:19 ÎZMÎR - Bavê Sezaî Gungor ê bi pere li leşkeriyê dikir û ji aliyê leşkeran ve hat kuştin, Sitki Gungor destnîşan kir ku derbarê rewşa lawê wî de agahî nedane wan û got: “Fermandarê wan got em lêkolîn dikin.”    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) ku îro weşand; li herêma Zapê ya bi ser Herêma Kurdistana Federe ve di şer de Sezaî Gungor ê bi pere leşkeriyê dikir xwestiye radestî HPG’ê bibe û leşkerên hevalên wî berdanê û wî kuştine. Di nûçeyê de nasname, teşhîzatên leşkerî û hin agahiyên Gungor hatin parvekirin.    Ev leşker di sala 1993’yan de li navçeya Payîzava ya Wanê hatiye dinê. Heta niha saziyek rayedar derbarê kuştina Gungor de tu daxuyanî nedane. Wezareta Parastinê jî derbarê Gungor de tu agahî belav nekiriye.    FERMANDAR: EM LÊKOLÎN DIKIN    Ajansa me têkildarî mijarê xwe gihand bavê Sezaî Gungor, Sitki Gungor. Gungor diyar kir ku wan piştî nûçeyê xwe gihandiye rayedarên leşkeriyê û gotine ku ew bûyerê lêkolîn dikin. Gungor wiha axivî: “Ez duh bi fermandar re peyivîm. Wî got ku ew teslîmî wan nebûye. Lê belê, kurê min di 2'yê îlonê de ji me çû û got ew ê li Wanê teslîmî yekîneya xwe bibe. Cara dawîn ku wî di 4’ê îlonê de bi telefonê li min geriya, got, 'Bavo, ez li Burdurê me, ez ê teslîm bibim. Îhtîmala ku ez herim Qeterê heye. Piştî wê em nikarin hevdû bibînin’. Ev hevdîtina me ya dawîn bû. Lê belê, fermandarê wî 3 roj berê gazî min kir û got ‘Gelo hejmarek din ku Sezaî bikar tîne heye?' Min hejmara wî dawî jê re şand. Derbarê îdiayên îro de ez bi fermandarê wî yê li Burdurê re axivîm. Wan got ku ew lêkolîn dikin.”    LI BURDURÊ WEZÎFEYÊ DIKIR    Gungor destnîşan kir ku lawê wî 7 sal in li deverên cuda yên li Sûriyê û Iraqê leşkeriya bi peretî dike û got: “Mehek berê wî şandibûn Burdurê. Ji ber pişta wî diêşiya û pirsgirêkên wî derûnî rapor wergirt û hat malê. Nêzî 20 rojan li malê ma. Di vê navberê de çû Wanê serdana mamên xwe. Tevî ku pirsgirêkên wî yê tenduristiyê hebûn jî di 2’yê îlonê de çû ku carek din leşkeriyê bike. Fermandarê wî jî timik digeriya. Me jî ji ber vê nedixwest biçe.”    'LAWÊ MIN ZEH KIRIN’    Gungor bersiva pirsa me ya; tê gotin ku lawê we ji aliyê leşkerên hevalên xwe ve hatiye kuştin da û wiha got: “Ez nizanim. Ew jî dibe. 7 sal in me ji bo wezîfeya welat lawê xwe feda kir. Niha çima agahî nadin me? Ew mafê min heye ku derbarê lawê xwe de agahî werbigirim. Heke îdiaya ku hevalên wî ew kuştibin rast be, wê demê lawê min zeha (xerc) kirin. Ez wisa texmîn dikim. Herî dawî ku hat malê, me dixwest ji ber nexweşînên xwe biçe leşkeriyê.”    Gungor diyar kir ku lawê wî piştî wefata dayika xwe çûye leşkeriyê û got: “Pirsgirêkên tenduristiyê û derûnî hemû li leşkeriyê pê re peyda bûn. Lawê min berê ne wisa bû. Piştî ku çû leşkeriyê tu tiştek xwe ji me re nedigot. Herî dawî ku hat jî min texmîn dikir tiştekî wî heye. Ji bo ku xwe vebêje min gelek israr kir, lê tiştek venegot. Ji bo neçe leşkeriyê jî ez ketim nava hewldanan, lê bes çû.”    'EZ Ê DEV JÊ BERNEDIM’    Sitki Gungor xetereyên xwe yên derbarê aqûbeta lawê xwe de jî parve kir û wiha got: “Ji bo lawê min were dîtin, ez ê heta Serokatiya Serfermandariya Giştî biçim. Ji bo ev îdia werin piştrastkirin, ez ê dest ji bûyerê bernedim. Ez ji rayedaran dixwazim ku derbarê aqûbeta lawê min de agahî bidin.”    MA / Semra Turan