Dayikên Aştiyê: Divê Barzanî nebe şirîkê vî şerî 2021-09-16 16:29:49   STENBOL - Dayikên Aştiyê yên Stenbolê bertek nîşanî bertek nîşanî êrişên Tirkiyê yên li ser Herêma Kurdistana Federe dan û banga “Nebe şirîkê şer” li Mesût Barzanî kirin.    Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê êrişên Tirkiyê yên li ser Herêma Kurdistana Federe û bêdengiya hikumeta herêmê ya li hember şer şermezar kirin. Dayikan têkildarî mijarê li avahiya xwe ya li navçeya Fatîha Stenbolê daxuyanî dan û pankarta “Banga ji bo mirovatiyê, şer ji dayikan bipirsin!” daliqandin.    'EM BI ZAROKÊN XWE RE NE’    Dayika Aştiyê Emîne Unal diyar kir ku ji bo Serokê Giştî yê PDK’ê Mesût Barzanî destûra êrişan dide ew binerazî ne û got: “Çi karê wan leşkerên tirk li wê axê heye? Divê Barzanî ji vê yekê şerm bike. Divê ku dilê dayikan neşewitîne. Bila zarokên me nemirin. Em ji bo zarokên xwe têdikoşin. Pêwîst bike em ê ji bo zarokên xwe canê xwe jî feda bikin. Divê êdî Barzanî dawî li vê bîne. Lazim e ku nebe hevkarê vî şerî.”    Unal gotinên Barzanî yên berê ku derbarê şerê di navbera kurdan de kiribû bi bîr xist û bang li her kesî kir ku li dijî vî şerî bisekinin û ew ê heta dawiyê bi zarokên xwe re bin û bi wan re bimeşin.    'DIVÊ YEKÎTIYA NETEWEYÎ PÊK WERE’    Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê Havva Kiran jî destnîşan kir ku divê êdî xwîna navxweyî neyê rijandnin û wiha got: “Bi çekên NATO’yê zarokên me tên kuştin. Bi salan e em li dijî şer dibin mertalên zindî. Niha kes dengê me nabihîze. Divê Mesût Barzanî kirinên li ser axa wî pêk tên qebûl neke. Ji bo menfata xwe destûrê dide van êrişan. Em êdî dixwazin aştiyek mayînde were ser vê axê. Niha rojeva herî girîng a gelê me kombûna kongreya neteweyî ye û avakirina yekîtiya netewî ye. Divê ji bo vê yekê seferberi were ragihandin.”    BANG LI BARZANÎ KIR    Dayika Aştiyê Bedîa Gokkoz jî destnîşan kir ku Mesût Barzanî hevkarê êrişên tên kirinê ye û wiha got: “Leşkerên tirk axa kurdan bombebaran dike, jehrî dike, gelo hûn dibînin? Gelo xwîna kut ê rijandin ne xwîna kurdan e? Dar û daristanên me tên şewitandin û birîn, gelo ew der ne axa Kurdistanê ye? Divê êdî Barzanî dengê dayikan bibihîze. Em li vir carek din bang li Barzanî dikin; dengê me bibihîze, rijandina xwînê bide sekinandin. Guh bide bangên ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurd.”