Bersûc li xwe mikur hat, lê darazê ser sûcê nefretê nixumand! 2021-09-17 09:05:54 MÊRDÎN - Çetîn Dogan, gava li Edîrneyê eskerî dikir komek eskerên nîjadperest êrişî wî kiribûn û ew birîndra kiribûn. Îdianameya derbarê vê êrişa nîjaperest de hat amadekirin. Çendî bersûc li xwe mikur hat jî, di îdianameyê de ser "sûcê nefretê" hat nixumandin.  Çetîn Dogan ê 20 salî gava li Fermandariya Tûgaya Pîyade ya Mekanîze ya 54'an a Edîrneyê eskerî dikir, ji ber ku perwerdehîya bi kurdî parastibû komeke eskeran êrir biribûn ser wî. Piştî êrişê Dogan giliyê eskeran kiribû û lêpirsîn hatibû destpêkirin. Dozgeriyê lêpirsîn temam kir û îdianame amade kir. Dadgeha Cezayê Asliye ya 3'yan a Edîrneyê jî îdianame qebûl kir.    Di îdianameyê de beyanên Dogan û êrişkar Ûgûr Can Y. hene. Çendî ku êrişkar Ûgûr Can Y. li xwe mikur hatiye û gotiye ji ber axaftinên siyasî hêrs bûye û bi çekê li nav çav û pozê Dogan daye jî, di îdianameyê de ser sûcê nefretê hatiye nixumandin. Her wiha çendî Dogan beyan kiriye ku ji xeynî Ûgûr Can Y. hin eskerên din jî bela xwe tê da ne, lê bes Ûgûr Can Y. tenê wekî bersûc hatiye hesibandin.    SER NÎJADPERESTIYÊ TÊ NIXUMANDIN   Soner Kûrt, parêzerê Çetîn Dogan, destnîşan kir ku diviyabû dosye di çarçoveya sûcê nefretê de bihata nirxandin, lewma dosyeya heyî kêm e û got: "Bersûc bi xwe di îfadeya xwe de dibêje di navbera wan de axaftineke siyasî çêbûye û ji ber vê axaftinê hêrs bûye û êriş kiriye. Yanî bi awayekî eşkere qebûl dike ku sûcê nefretê kiriye. Lê belê dozgeriyê nexwestiye vê bibîne û êrişî wekî êrişeke hêsan dayye der. Li Tirkiyeyê sûcê nefretê tê kirin û ser nijadperestiyê tê nixumandin. Em ê di hemû merheleyên vê dozê da vê yekê bînin zimên. Em ê eşkere bikin ku ji ber beyana muwekîlê min a derbarê kurdan û kurdî de, ya hatiye kirin êrîşeke nijadperestî ye."    MA / Ahmet Kanbal